NÛPEL – Bi boneya 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê, Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) li Mala Kevirîn a Parka 75’an a navçeya Peyasê resepsiyonek li dar xistin.
Di resepsiyonê de hevşaredarên Peyasê û yê Amedê, hevşaredarên navçeyan, Dayîkên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar, derhêner û gelek sînemahez amade bûn. Di çarçoveya resepsiyonê de deklerasyona Festîvala 10’emîn a FîlmAmedê hate eşkerekirin.
“Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne”
Festîval dê di navbera 25 û 29’ê Îlona 2026’an de li Amedê were lidarxistin. Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê û OSAD’ê bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne.” festîvalê organîze dikin
Beriya deklerasyonê, Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş axivî û bi bîranîna Yılmaz Guney, Xelîl Dag û Fariz Dag dest pê kir. Guneş got ku ew ê şopdarên van kesayetiyên ku bedel dane bin û xebatên wan ji bo avakirina aştiya civakeke demokratîk e.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd di nav hemû êrîş, koçberî û zehmetiyan de bîra xwe winda nekiriye û li ber xwe daye. Dundar got: “Bi rêya belgefîlman em dikarin bibin dengê wan. Ev festîval jî beşek ji têkoşîna 52 salan e.”
Deklerasyon hate xwendin
Piştre derhêner û endamê OSAD’ê Metîn Ewr metna deklerasyonê bi Kurdî û Gulan Mizgîn jî bi Tirkî xwendin.
Metîn Ewr diyar kir ku Amed her tim ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nirxan afirandiye û ewê biparêze. Wî got: “Festîvala me bi nêzikatiyeke ku hêza hunerê ya heqîqetê berbiçav dike, tê lidarxistin. Em bawer in ku Festîvala îsal ji her salê berfirehtir, xurttir û berhemdartir derbas bibe.”
Ewr bal kişand ser wateya dirûşmê jî û got: “Gotina ‘Em li vir in!’ daxuyaniya israra me ya li ser xwebûnê ye. Dara gûzê jî sembola girêdana bi axê, hêviya siberojê û ji nû ve avabûnê ye.”
Bernameya Festîvalê
Serlêdanên belgefîlm û projeyan wê di 12’ê Hezîrana 2026’an de dest pê bikin û di 20’ê Tîrmeha 2026’an de bi dawî bibin.
Serlêdan bi rêya malpera fermî ya festîvalê www.filmamed.org tên kirin. Di çarçoveya festîvalê de kargehên sînemaya belgefîlm, panel, forûm û nîqaşên li ser sînemayê wê bên lidarxistin. Her wiha piştgiriya çêkeriyê ji bo projeyên hilbijartî wê were dayîn. Festîval dê derhêner, çêker û hunermendên ji çar aliyên cîhanê li Amedê bicivîne.
Resepsiyon bi stranên stranbêj Sarya Ertaş û Welat û bi gerandina govendê bi dawî bû.












