NÛPEL – Girtiyên 30 salî Vasfi Hoştaş û Îlhan Keklik piştî bi dehan salan ji girtîgehên Eskîşehîrê hatin berdan.
Li Eskîşehîrê du girtiyên siyasî yên ku nêzî 30 sal in di girtîgehê de bûn, hatin berdan. Girtî Vasfi Hoştaş ê ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dihat girtin piştî 32 salan û Îlhan Keklik ê ku li Girtîgeha Vekirî ya Eskîşehîrê dihat girtin piştî 30 salan azad bûn.
Piştî 32 Salan û 2 Caran Astengkirinê Azad Bû
Vasfi Hoştaş di sala 1995’an de li Edeneyê hatibû binçavkirin û girtin. Hoştaş di dema girtina xwe de li girtîgehên Konya, Ceyhan, Edene, Sêrt, Silifke û Nevşehîrê hatibû ragirtin. Tûşî binpêkirina mafan bû û berdana wî ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve 2 caran bi hincetên keyfî hatibû taloqkirin. Lijneyê herî dawî biryara taloqkirineke din jî da, lê belê li ser îtiraza Hoştaş a li dijî biryara lijneyê, îtiraz hat qebûlkirin û Hoştaş piştî 32 salan hat berdan.
Îlhan Keklik Bi Şertê Kontrola Serbest Hat Berdan
Girtiyê din Îlhan Keklik jî di sala 1996’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û girtin. Keklik ê ku di nav 30 salan de li girtîgehên Semsûr, Elbistan, Gurgum, Edene, Meletî, Wan, Erzerom, Osmaniye û Eskîşehîrê hatibû ragirtin, berî 5 rojan di çarçoveya kontrola serbest (denetimli serbestlik) de hatibû veguhestin. Keklik, îro ji Girtîgeha Vekirî ya Eskîşehîrê hat berdan.
Bi Coş Hatin Pêşwazîkirin
Her du girtî li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbatên xwe, rêveberên Komeleya Pişgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Eskîşehîrê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
Çavkanî: MA










