NÛPEL – Welatiyan dan zanîn ku projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku tê pîlan kirin li Gimgimê bê çêkirin projeyeke polîtîk e û gotin ku ev hewldanek e ji bo bêmirovkirina herêmê. Welatiyan anî ziman ku “Rehên me li ser vê xakê ne. Ziyaret û gorên me hene. Ji ber vê yekê, çi dibe bila bibe, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Bertekên li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku tê pîlan kirin li Gimgim û Kanîreşê bê çêkirin roj bi roj mezin dibin. Li gundê Xwarikê ku projeya JES’ê dixwazin lê bixin meriyetê, nêzî mehekê ye ku nobeta konan berdewam dike, her wiha welatiyên ku li bajarên cuda dijîn jî li cihên xwe çalakiyên xwe didomînin. Herî dawî welatiyên ku li ber şaxa Urlayê ya Şirketa Îgnîsê hatin bal hev, bertekên xwe yên li ser projeyê ji PİRHA’yê re ragihandin.
“PROJEYA JES’Ê POLÎTÎK E”
Guncem Taş diyar kir ku projeya JES’ê ya ku dixwazin li Gimgimê çêbikin projeyeke polîtîk e û got ku ev sepandinek e ji bo bêmirovkirina herêmê. Taş anî ziman ku proje dê tu feydeyê nede gel, berovajî vê yekê dê zirarên giran bide xwezayê û jîngehê, ji ber vê yekê jî ew vê projeyê naxwazin.
Taş bal kişand ku li gundên wan cihên pîroz û ziyaretgeh hene û da zanîn ku projeya JES’ê dê dawî li sewalkariyê (ajaldariyê) jî bîne.
Taş îddîa kir ku ev cure projeyên bi vî rengî li herêmên wekî Ege û Rojhilatê Anadoluyê ku mirovên ronakbîr tê de zêde dijîn bi zanebûn tên meşandin û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.
“TÊKOŞÎNA ME YA EKOLOJIYÊ DÊ BERDEWAM BIKE”
Veli Bingol Tekin jî got ku projeya JES’ê dê zirarê bide xweza, zindî, heywan û mirovan. Tekin da zanîn ku li gelek cihên cîhanê projeyên JES’ê encamên neyînî anîne, ji ber vê yekê divê li her derê li dijî van projeyên bi vî rengî têkoşîn bê kirin.
Tekin bang li şirketên mîna Îgnîsê kir û got: “Ji kerema xwe destên xwe ji ser vê xakê û vê xwezayê bikişînin. Dest ji talankirina xwezayê berdin. Dest ji mêtingeriya li ser zindiyan berdin.”
Tekin destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ekolojiyê ya li dijî projeyên JES’ê bidomînin.
“PROJE DÊ BIBE SEDEMA KOÇBERIYEKE MEZIN”
Fazilet Aydin a ku got “Xaka li Gimgimê paşeroja zarokên me ye” diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bêdem (bê sînor) bidomînin.
Aydın bal kişand ser ku qadên ku JES lê tê xwestin zeviyên çandiniyê yên berdar in û ziyana ku proje dê bide wiha rêz kir:
“Ev proje dê bibe sedema koçberiyeke mezin. Zeviyên me yên çandiniyê yên berdar dê ji nav biçin. Sewalkarî dê bi dawî bibe. Avên me yên bin erdê dê winda bibin. Ev projeyek e ku dê zirarê bide tevahiya xwezayê.”
“REHÊN ME LI SER VÊ XAKÊ DIJÎN”
Umit Koç jî diyar kir ku ji bo projeya JES’ê ya li Vartoyê rûxsat hatî standin û got: “Em li ser xaka xwe JES’ê naxwazin.”
Koç anî ziman ku ev xak ji bav û kalên wan ji wan re wekî mîrat maye û bal kişand ser nirxên çandî û baweriyê.
Koç anî ziman ku ew ê xaka xwe nedin şirketên ku derî li polîtîkayên rant û talanê vedikin û wiha axivî: “Li wir ziyaretên me, gorên me, cihên me yên baweriyê hene. Rehên me yên çandî li ser vê xakê dijîn. Ji ber vê yekê em ê dest ji vê xakê bernedin.”
Koç polîtîkayên rantê yên desthilatdariyê rexne kir û bi gotina “Gelek cihên Tirkiyeyê ji rant û talanê re hatin vekirin. Niha dor hat ser xaka me” banga têkoşînê kir.
Koç got: “Heke dewlet bixwaze ji bo gelê li wir dijî tiştekî bikêrhatî bike, divê rê li ber çandinî û sewalkariya li wê herêmê veke. Em projeyên ku dê xweza û xaka me tune bikin naxwazin.”
Çavkanî: Pîrha










