Fînala Lîga Şampiyonan Hat Diyarkirin: Arsenal – PSG

NûçeSpor

NÛPEL – Di maça vegerê ya nîvfînala Lîga Şampiyonan de, tîma Fransî Paris Saint-Germain (PSG) li Almanyayê bi tîma Bayern Munchenê re 1-1 wekhev ma û bi vê encamê bilêta fînalê bi dest xist. Maça yekem PSG 5-4 qezenç kiribû.

Maç li Almanyayê bi tempoyek bilind dest pê kir. Di deqîqeya 3’an de lîstikvanê PSG’ê Dembêlê bi golekê tîma xwe derxist pêş û moraleke mezin da hevalên xwe. Bayern Munchenê her çend ji bo wekheviyê gelek hewl dabe jî, gola wan a yekem tenê di deqîqeya 90+3’an de ji aliyê stêrkê tîmê Harry Kane ve hat avêtin. Lê belê ev gol ji bo Bayern Munchenê têrê nekir ku PSG’ê ji fînalê asteng bike.

Fînal li Macaristanê ye

Bi vê encamê, Paris Saint-Germain di fînala mezin de bû rakibê tîma Îngilîz Arsenalê. Agahiyên derbarê maça fînalê de wiha ne:

Tîmên Fînalê: Arsenal – Paris Saint-Germain

Dîrok: 30’ê Gulanê

Dem: Saet 19:00

Cih: Statyuma Puskas Arena (Macaristan)

Tê payîn ku ev fînal bibe yek ji maçên herî biheyecan ên werza îsal û ji niha ve bala hemû cîhana futbolê li ser vî şerê mezin e.

Van jî bibîne

 

Trump Li Ser Lihevkirinê Xweşbîn e; Îran Pêşniyara DYA’yê Dinirxîne
Îsraîlê li Beyrûtê Fermandarekî Payebind ê Hizbullahê Armanc Girt

Nûçeyên Sereke