AMED (Nûpel) – Tevgera BAN’ê (Banga Aşitiya Navxweyî) amadekariyên pîrozkirina 10-salîya damezirandina xwe dike. Rêveberiya BAN’ê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di 13-14’ê Hezîrana 2026’an da li bajarê Amedê, bi rêzeçalakî, konferans û şahiyan salvegera xwe pîroz bikin.
BAN di 14’ê Hezîrana 2016’an da hatiye damezirandin û ev roj her weha wek “Roja Aştiya Navxweyî” tê qebûlkirin. Rêveberiya BAN’ê diyar kir ku ew dixwazin di salên pêşiya me da jî di çarçoveya vê hefteyê da panel û semînerên berfireh li ser aştiyê li dar bixin.
Serokê BAN’ê yê Bakurê Kurdistanê Ahmed Kanî, bang li hemû endam û rêberên BAN’ê yên li Kurdistanê û li derveyî welat kir ku beşdarî van çalakiyên girîng bibin.
Bernameya Çalakiyan
Çalakî dê di du rojan da bi bernameyeke dewlemend bi rê ve biçin:
Roja Yekem: 13’ê Hezîranê (Şemî)
Dem: Saet 11:00 – 15:00
Beşdar: Nûnerên saziyên sivîl, aborî û nûnerên partiyên siyasî.
Çalakî: Danasîna xebatên BAN’ê yên li Bakurê Kurdistanê.
Ji bo pîrozkirina salvegerê û Roja Aştiya Navxweyî; şahî, sitran û muzîka Kurdî.
Axaftin û sohbetên serbest.
Xwarina nîvro.
Êvarê: Çûna şanoya Kurdî.
Roja Duyem: 14’ê Hezîranê (Yekşem)
Dem: Saet 11:00 – 14:00
Çalakî: Semîner û gotûbêjên li ser fikir û felsefeya BAN’ê.
Piştî nîvro: Geştek û seredana cihên dîrokî yên Amedê.
Agahiyên Girîng ji bo Beşdaran:
Mêvandarî: Rêveberiyê diyar kir ku ew dikarin hevalên ji derveyî welat tên di malên xwe da bikin mêvan. Lê belê, ji ber derfetên kêm, lêçûnên rê û otêlan dê li ser milê beşdaran bixwe bin.
Têkilî: Kesên ku dixwazin beşdarî bernameyê bibin, dikarin di ser vê hejmarê re têkiliyê daynin:
+90 532 256 48 09











