YRJ‘ê êrişa li ser NÛJINHA‘yê şermezar kir

JinNûçe

NÛPEL – YRJ‘ê li dijî êrişa sîber, piştgiriya xwe bi xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) re ragihand û êriş wekî hewldanek ji bo bêdengkirina dengên azad ên ragihandinê nirxand.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişa sîber a li dijî Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê, bi amadebûna bi dehan jinên rojnamevan hat xwendin.

Rojnamevan Avaşîn Hêlîn bi zimanê Kurdî û endama Koordînasyona YRJ‘ê Yara Mihemed bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em wekî Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) bi tundî şermezar dikin û vê yekê wekî destdirêjiyeke li ser azadiya çapemeniyê û mafê gihîştina agahiyan dibînin. Her wiha YRJ vê êrişê wekî hewldanekê ji bo bêdengkirina dengên azad ên ragihandinê dinirxîne; dengên ku rastiyê vediguhêzin û dozên jin û civakê nîşan didin.

Êrişeke elektronîk li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) pêk hat ku di encamê de hejmareke zêde ya nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatin jêbirin û weşandina nûçeyan ji bo demekê hat sekinandin, berî ku tîmên teknîkî dîsa karibin xizmetê vegerînin.

Armancgirtina saziyên ragihandinê bi rêya êrişên elektronîk, xetereyeke rasterast li ser xebata rojnamevaniyê ya pîşeyî ava dike. Armanca vê yekê astengkirina karê saziyên ragihandinê ye da ku rê li ber gihandina nûçe û agahiyan ji raya giştî re bigirin.

Koma ku berpirsyariya vê êrişê girtiye ser xwe û xwe wekî “Handala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav dike, gef li Kurdan, saziyên ragihandinê û rojnamevanan (jin û mêr) xwariye. Vê komê ragihandiye ku ew ê êrişên xwe yên elektronîk berdewam bike û îdia kiriye ku agahiyên li ser malpera ajansê di destê wan de ne.

Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ev êriş ne tenê pêngaveke teknîkî ye, lê daxwazeke siyasî ye ji bo bêdengkirina dengê jinan û çapemeniya serbixwe. Ajansê her wiha destnîşan kir ku tevî hemû gefan, ew ê xebatên xwe yên ji bo ragihandina dozên jinan, rûmeta rastiyê û parastina azadiya ramanê berdewam bike.

Li ser vê bingehê, em piştgiriya xwe bi Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) û hemû xebatkarên wê re ragihînin. Em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên parastina azadiya ragihandinê dikin ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyên ragihandinê ji van êrişan bigirin û ji aliyên berpirsyar hesab bê xwestin.

Em teqez dikin ku êrişên wiha nikarin rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên jin ji berdewamkirina peyama wan a pîşeyî rawestînin; berovajî vê yekê, ew ê biryardariya wan a ji bo parastina azadiya ramanê û mafê civakê yê zanînê xurttir bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Ajansa Nûçeyan a Jinê her dem hewl dide ezmûnên jinan bide pêş, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê belge bike û ronahiyê bixe ser wan dengên ku ji aliyê hişmendiya serdest ve tên piştguhkirin.

Azadî ji bo ragihandina azad! Em li dijî hemû rêbazên ku hewl didin dengê rastiyê bêdeng bikin, piştgirê Ajansa Nûçeyan a Jinê ne.”

Çavkanî: Rojnews

Van jî bibîne

 

Ji Pakistanê ji bo Tehranê peyama krîtîk: Nameya veşarî ji Xamaney re hat şandin
Amerîka li ser mal û milkên Îranê yên cemedkirî difikire

Nûçeyên Sereke