Li gorî Reutersê, Amerîka li ser bikaranîna mal û milkên îranê yên cemedkirî ji bo tezmînata zirarên welatên Kendavê difikire.
Reutersê, bi îdiaya çavkaniyeke agahdar bi mijarê re, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê veguhestina mal û milkên Îranê yên cemedkirî ji bo welatên Kendavê difikire da ku ji nû ve beşdarî avakirinê bibe û zirarên ku ji ber êrîşên Îranê çêbûne, telafî bike.
Çavkaniyê zêde kir ku tîmek bi serokatiya Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Scott Bisnett hatiye avakirin da ku rewşa hevalbendên Kendavê yên Washingtonê binirxîne û asta zirarên ku ji ber êrîşên Îranê çêbûne, texmîn bike.
Her wiha Çavkaniyê destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lêkolîn dike ka gelo mal û milkên Îranê yên cemedkirî dikarin ji bo fînansekirina tamîran û çareserkirina windahiyên berê werin bikaranîn.
/Çawkani: nucetv.net/










