🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku kontrola Tengava Hurmuzê bi temamî di bin çavdêriya wan de ye û ev yek wek bersivekê li dijî dorpêçên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate binavkirin.
Li gorî nûçeya ku ji çavkaniyên Enqereyê hatî wergirtin, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê bi rêya televîzyona dewletê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa tengavê “vegeriyaye ser rewşa xwe ya berê” û hêzên çekdar ên Îranê bi awayekî tund çavdêriya çûnûhatina li herêmê dikin.
“Heta Serbestî Nebe, Kontrol Wê Berdewam Bike”
Di daxuyaniya Supaya Pasdarên de bal hate kişandin ser dorpêçên Amerîkayê yên li ser bendergehên Îranê û wiha hate gotin:
“Heta ku ji bo keştiyên diçin Îranê û ji Îranê tên azadiya gerînê (seyrûsefer) neyê dabînkirin, wê tengav di bin ‘kontrol û çavdêriya tund’ a hêzên me de bimîne.”
Ablukaya Amerîkayê wek “Rêbiriya Deryayî” Hate Navkirin
Fermandariya Îranê helwesta Amerîkayê ya li ser bendergehên wan wek “rêbiriya deryayî” pênase kir.
Beriya niha Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî hişyarî dabû ku eger Amerîka dorpêçên li ser bendergehên wan raneke, ew ê Tengava Hurmuzê bi temamî li rûyê trafîka deryayî bigirin.










