NÛPEL – Secad Weysî û Şayan Weysî, du çalakvanên Yarsanî yên li Kirmaşanê, piştî 4 mehên girtina wan, malbat û saziyên mafên mirovan bang dikin û radigihînin ku jiyana wan di xeteriyê de ye.
Li gorî çavkaniyeke xwecihî, çalakvanên bi navên Secad Weysî û Şayan Weysî, piştî ku 4 mehan di Girtîgeha Dîzel Abad a Kirmaşanê de hatin girtin, sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcê “şerxwaziyê” hatin tawanbarkirin.
Hate ragihandin ku Secad û Şayan birayên Mojteba û Meysem Weysî ne. Mojteba û Meysem du çalakvanên naskirî yên Kurd bûn ku di 27’ê Gulanê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn qetilkirin. Malbat û çalakvanên mafên mirovan bang dikin ku xetereyeke mezin li ser jiyana her du birayan heye.
Nameya Weysî yê hatî darvekirin hate weşandin: Jiyanek bi zanist û rûmet!

Nameya Mojteba Weysî ku bi birayê xwe re ji aliyê hêzên Îranê ve hat darvekirin, a ku ji bo zarokên li Pirtûkxaneya Kurdî perwerdeyê dibînin nivîsandibû, hat weşandin. Weysî ji bo zarokan dibêje, “Ez daxwaza zanîn û zanistê, azadiyê û sekinandineke nehejiya wekî darên berûyê yên resen dikim.”
Nameya ji bo zarokan a Mojteba Weysî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin, hat weşandin.
Nameya ji bo zarokên li Pirtûkxaneya Kurdî perwerde didîtin a Mojteba Weysî ku di 28’ê Gulanê de li mala ku bi birayê xwe Meysem Weysî re dijiya hat înfazkirin, hat weşandin. Wergera nameya du rûpelî ya Mojteba Weysî wiha ye: “Carinan hestên min ber bi wê pirtûkxaneyê ve difirin ku ruhê min ji bo pirtûkan baskên xwe dihejînin. Ez bêriya her yek ji zarokên di pirtûkxaneyê de dikim: Mêhiya, Mahbub, Sena, Aylin, Servînaz, Hena, Mübin, Diana, Atusa, Hesti, Alov, Negar, Ayda, Terane, Haniye, Aydin, Berhem.
Gelo ez ê rojekê pêşeroja wan bibînim ku ew mezin bûne? Gelo ez ê şahidiya pêşeroj û mezinbûna wan bikim? Ez nizanim. Lê ji kûrahiya dilê xwe, ez ji her yekî ji wan re tenduristî, şehrezayî û jiyaneke birûmet dixwazim. Ez ji wan hez dikim; ez ji wan re zanîn û şehrezayiyê dixwazim ku ji xapandin û hîleyên mirovan dûr bisekinin, mirovî bin û wê nîşan bidin, azadî, lêgerîna edaletê, xizmeta ji bo gel û helwesteke bênavber mîna darên berû yên bi kok û esilzade. Bi hêviya dîtina we di cîhaneke azad û ronakbîr de… Serfiraziya neteweyê û mezinbûna we daxwazên min ên herî mezin in. Bila heq bi we re be; bila heq piştgirê we û penageha we be.
Di hemû şert û mercan de ez bi bêhêvî û aloziya derûnî tijî me. Bêhêvî li ser pêşerojeke nediyar… Bêhêvî ji nezanîna tiştê ku dê bibe, ji nekarîna pêşbînîkirina ka bûyer dê çawa biqewimin derdikeve holê. Ev ê çiqas bidome? Gelo jiyana vî zalimî dê bi dawî bibe, gelo ev serdema zilmê dê bi dawî bibe? An jî zalimekî din dê li şûna wî rabe? Gelo ev çerxa xerab dê xwe dubare bike? Desthilata dîktator dê çawa were hilweşandin û şkandin?
Gelo divê wêrek bi can û milkên xwe bedêla azadiyê bidin, lê bêrûmet û tirsonek bibin xwediyên hêz û xudperestiyê û li ser textê serwerî û rêveberiyê rûnin? Gelo divê ew mirovên paqij ên ku şer kirin û jiyana xwe winda kirin tenê wêneyan li girtîgehan bihêlin? Gelo encama hemû hewldan û mirinên hevalên min dê ew be ku pêşeroja neteweyê bikeve destên wan kesên ku tenê ji bo berjewendiya xwe desthilatdariyê dixwazin? Lê divê desthilatdarî ji bo xizmetkirina mirovan û mirovahiyê were bikaranîn. Di demeke nêzîk de, girêdan û zincîrên vê koletiyê dê ji nû ve werin sazkirin…
Lê xemgîniya serhildana ji bo şerê li dijî zaliman ji bo min ne çavkaniya bêhêvîtiyê ye; berevajî vê, ew herikîna jiyanê û wateya jiyanê ye. Di vê cîhana vala û bêwate de ku min wate daye wê, serîtewandina li hember zalimtiyê tenê ji ber tirsa mirinê û hewcedariya jiyanê ji bilî şerm û şermezariyê ne tiştekî din e.
Dilsoz,
Piştgir û parêzvanê we.
Berxwedan bi xwe jiyan e.
Serhildan bi xwe jiyan e.”
Hêzên rejîma Îranê 2 çalakvanên Kurd qetil kirin

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê, aktîvîstên Kurd Mojteba Weysî û Meysem Weysî ku birayên hev bûn, bi rengekî hovane qetil kirin.
Mojteba û Meysem Weysî ku wekî aktîvîstên çandî yên naskirî yên Kirmaşanê dihatin naskirin, ji aliyê Pasdarên (Muxafizên Şoreşê) Îranê ve hatin kuştin. Hate ragihandin ku mala her du birayan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin, şewitandin û ew tê de hatine qetilkirin. Li gorî agahiyan, hêzên rejîmê bi hinceta ku ew tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne, li pey her du birayan digeriyan.
PJAK’ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî mijarê daxuyaniyek da û weha got:
“Em vê sûîqesta hovane bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Yarsan, gelê Kurd û yê Îranê re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku tevgera rizgariya gelê Kurd û Îranê bi terorîzm, zext û sûcan nikare bê rawestandin. Bêguman xwîna şehîd Mojteba û Meysem Weysî wê bibe semboleke din a têkoşîn û berxwedana li dijî dîktatoriya Komara Îslamî.”
Hate diyarkirin ku aktîvîst Mojteba û Meysem Weysî di tevahiya jiyana xwe de ji bo çanda Kurdî têkoşiyane û xwedî li nirxên gelê Kurd derketine. Her du birayan di heman demê de dengbêjî jî dikirin.
Çavkanî: Rojnews










