Bakirhan ji bo biryara ‘bûtlana mutlaq’ bertek nîşan da: Em qebûl nakin

Nûçe

NÛPEL – Tuncer Bakirhanê ku piştî serdana CHP’ê peyivî, mudaxeleya li hemberî CHP’ê şermezar kir û got, “Wek DEM Partî, em tu mudaxeleyên li derveyî mekanîzmayên demokratîk rewa nabînin.” Ozgur Ozel jî got, “Di vê roja krîtîk de, ev serdana pişgiriya ya bi qîmet ji bo me jî pir girîng e.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), piştî biryara “bûtlana mutlaq” (bêtifaqiya tam) bi Serokê Giştî yê Partiya Komarparêz a Gel (CHP) Ozgur Ozel re hat cem hev. Di serdana ku li Koma Meclîsê ya CHP’ê pêk hat de, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Berdevka Partiyê Ayşegul Doğan, Cîgirê Serokê Koma Meclîsê Sezai Temelli û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî Mehmet Ruştu Tiryaki cih girtin.

Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Cîgirê Serokê Koma Meclîsê Murat Emir û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgin Tanrikulu ve hat pêşwazîkirin.

Tuncer Bakirhan di daxuyaniya piştî hevdîtinê de diyar kir ku bi biryara “bûtlana mutlaq” re demokrasiya li Tirkiyeyê careke din rûbirûyê krîzeke siyasî maye. Bakirhan got: “Duh di dema sepandina biryara ‘bûtlana mutlaq’ de, dîmenên ku bi tundiya hêzên ewlehiyê derketin holê, bi yek peyvê şermezarî ne û nayên qebûlkirin. Em vê qebûl nakin. Çûyîna ser partiya mûxalefeta sereke bi gaza hêsirbar, ava şid û guleyên plastîk, şerma demokrasiyê û skandala hiqûqê ye. Em vê êrîşa li ser CHP’ê bi eşkereyî şermezar dikin û ez dixwazim diyar bikim ku em bi tu awayî qebûl nakin. Gelên Tirkiyeyê di serdemên weha de her tim helwesta xwe li aliyê demokrasiyê nîşan dane. Rabirdû jî vê yekê nîşan dide. Gelên Tirkiyeyê heta îro destûr nedane tu mudaxeleyên ku li ser siyasetê hatine kirin.”

‘DIVÊ TIRKIYE ENERJIYA XWE JI BO ALOZÎYÊN SÎYASÎ XERC NEKE’

Bakirhan anî ziman ku bi destê darazê tewandina xetên şikesteka civakî û geşkirina dabeşbûna siyasî, xerabiya herî mezin e ku dikare li Tirkiyeyê bê kirin û wiha berdewam kir: “Her ku bêhiqûqî mezin bibe, dabeşbûna civakî jî kûr dibe. Demokrasî felsefeya herî bihêz e ku dê me li cem hev bigire. Di vê pêvajoyê de divê em li prensîba demokrasiyê xwedî derkevin. Di bingeha krîzên siyasî yên ku em tê de ne, kêmasiya demokrasî û siyaseta demokratîk heye. Tenê rêyeke derketina ji vê heye: Ew jî ew e ku ev rejim bi hiqûqê bê xemilandin û demokratîk bibe. Her ku hiqûq ji ewlekarîbûnê derkeve, tu kes ji me nikare xwe li ser zemînekî siyasî yê ewle bibîne. Cîhan û herêm di nav serûbûnekî mezin de ye. Di vê pêvajoyê de divê Tirkiye enerjiya xwe ji bo aloziyên siyasî xerc neke; divê aştiya civakî, demokrasî û azadiyan mezin bike. Rêya vê yekê jî pir zelal e: Ji bo her kesî edalet, ji bo her kesî demokrasî.”

‘EM REWA NABÎNIN’

Bakirhan destnîşan kir ku di serdemên ku edalet û demokrasî li ber çavan nayên girtin de zemîna aştiya civakî zirarê dibîne û wiha domand: “Lê belê misogeriya aştiya civakî demokrasî ye; sîgorteya wê jî hiqûq e. Em hêvî dikin ku Partiya Komarparêz a Gel ji vê serdema dijwar, bi parastina yekbûna xwe derkeve. Ez dixwazim diyar bikim ku wek DEM Partî em amade ne ku di vê pêvajoyê de her cûre berpirsiyariya dikeve ser milê me bigirin ser xwe. Em bawer dikin ku CHP dikare vê pêvajoyê bêyî destwerdaneke ji derve, bi rûniştandina xwe ya demokratîk derbas bike. Helwesta me ya prensîbî zelal e. Qedera partiyên siyasî ne di korîdorên dadgehan de, bi vîna endamên wan, bi biryara delegeyên wan û bi tercîha dengdêrên wan diyar dibe. Wek DEM Partî, em tu mudaxeleyên li derveyî mekanîzmayên demokratîk rewa nabînin. Em bawer dikin ku CHP dê vê pêvajoyê bi vîna Kurultayekê (Kongreyekê) ku li ser zemînekî demokratîk pêk bêt derbas bike. Di vê serdema dîrokî de vekirî hiştina kanalên siyasetê û esasgirtina vîna demokratîk berpirsiyariya me ya hevpar e. Ji ber van tiştên qewimîn, ez careke din daxwaza derbasbûnê (silametiyê) pêşkêş dikim.”

OZEL: EV SERDANAKE PIŞGIRIYÊ YA PIR BI QÎMET E

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel Özel jî diyar kir ku mîna roja yekem a avakirina Meclîsê, navenda giştî ya CHP’ê dîsa di nav Meclîsê de ye û wiha got: “Odeya yekem a navenda giştî di Meclîsa Yekem de bû. Dem û şertan weha hewce kir. Îro jî odeya serokê me yê giştî û odeya lijneya rêveberiya komê ya di Meclîsê de, wek navenda giştî ya partiya me kar dike. Me duh ev yek gotibû. Îro jî me dest bi roja xwe ya yekem a xebatê kir. Duh êvarê, me yekemîn civîna koma xwe bi parlamenterên xwe re pêk anî. Îro jî me dest bi roja xwe ya yekem a xebatê kir û serdaneke pir bi qîmet hat kirin. Hevserokê Giştî yê hêja yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta wî ya qîmetdar, ku piştî CHP’ê xwediyê her herî zêde kursiyan e di Meclîsê de, em li vir ziyaret kirin. Di vê roja pir girîng û krîtîk de, ev serdana pişgiriya ya bi qîmet ji bo me jî pir girîng e.”

Li ser pirsa rojnamevanan a derbarê daxuyaniyên Berdevkê AKP’ê Omer Çelik de, Ozel ev bersiv da: “Daxuyaniyên Birêz Omer Çelik hene, daxuyaniyên cuda hene. Ger em bersiva van pirsan bidin, em ê sîberekê bixin ser vê serdana dîrokî. Em dixwazin ku, ev hevdîtin û daxuyaniyên me yên ku tê de Partiya Komarparêz a Gel ji piştî 29’ê Cotmeha 1923’an û 23’yê Avrêla 1920’an vir ve cara yekem e vedigere Meclîsê û odeyeke ku ji bo wê hatiye veqetandin wek Navenda Giştî radigihîne û DEM Partî jî vê serdana dîrokî dike, di rojevê de cih bigire. Ev ji bo me pir bi qîmet e. Ez spasiya Birêz Serokê Giştî jî dikim. Ez ê di dirêjahiya rojê de li vir bim. Ez ê bersiva hemû pirsên we bidim.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Li xurba heywanan a Amedê qelebalixa cejnê dest pê kir
Heyeta DEM Partiyê bi lîderê CHP’ê re hevdîtin kir

Nûçeyên Sereke