NÛPEL – Rubîcon (Robîkon) çemekî li bakurê Îtalyayê ye û dirêjahiya wî 29 kîlometre ye. Çem ji Çiyayên Apennînê dertê û diherike Deryaya Adriyatîkê. Gotina pêşiyan a “Derbaskirina Rubîcon’ê” tê wateya çûna ber bi xala ku êdî vegera wê tune ye. Ev gotin bîranîna derbaskirina Jul Sezar (Julius Caesar) a di sala 49’an a Berî Zayînê (B.Z.) de ye, ku bi Lejona xwe re ji çem derbas bibû. Di serdema Komara Romayê de ev çem girîng bû; ji ber ku xeta sînorî bû û derbaskirina generalan a bi artêşên wan re qedexe bû. Ji ber ku Rubîcon wekî xeta sînorî ya di navbera Parêzgeha Galya ya Cîsalpîn a li bakur û başûrê Îtalyayê de dihat qebûlkirin, bi qanûnan hewl dihat dayîn pêşî li hewldanên leşkerî bê girtin ku dikaribûn gefê li Komarê bixwin. Di 10’ê Rêbendana sala 49’an a B.Z. de, Jul Sezar bi artêşa xwe re ji çem derbas bû, ev qedexe binpê kir û bû sedema şerekî navxweyî. Tê gotin ku Sezar dema di ser çem re derbas dibû, gotina xwe ya navdar a “Zar hatin avêtin” (ku tê wateya “Tîr ji kevanê derket”) gotiye. Ev gava wêrek bû sedem ku ew li hemberî Senatoyê û reqîbê xwe Pompey serdestiyê bi dest bixe û li Romayê desthilatdariya mütleq (tam) hilde destê xwe.
Em dikarin bêjin ku bi tayînkirina qeyûm ji bo CHP’ê, bi dîmenên mîna şer ketina polîsan a nav Navenda Giştî ya CHP’ê û di encamê de destpêkirina qeyûm a li ser avahiyê, rejîma Tifaqa Cumhur êdî ji wê gavê şûnde ‘Çemê Rubîcon’ê derbas kiriye’. Heke ez şaş nebin, deriyê mala Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag jî bi vî rengî hatibû şikandin. Ev ne biryareke hêsan û pûç bû; êdî ketin rêyeke wisa ku vegera wê tune ye. Zar hatin avêtin êdî, ji bo rejîmê tu rêyeke vegerê nema. Li gora hişê rejîmê, êdî mûxalefeteke ku ji bo wan xetereyê çêbike nemaye.
Ev dîmen nîşan dide ku li Tirkiyeyê parçeyên demokratîk jî bi lez dihelin. Wisa xuya dike ku otorîterîzma pêşbazî jî nayê xwestin; tiştê ku tê xwestin, hilbizartinên sembolîk in ku encama wan ji berê de diyar e. Ji bo ku mûxalefet bibe alternatîveke rastî, divê pêşî paradigmên bingehîn ên rejîmê bipirse. Divê ew xeta teslîmiyetkar a ku dest ji demokrasiyê berdaye, derbas bike. Di vê qonaxê de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê Partiya DEM’ê. Heta şîroveya Abdullah Ocalan a li ser vê mijarê jî cihê meraqê ye. Li gora Öcalan û kevneşopiya Partiya DEM’ê, Tirk û Kurdên ku Şerê Rizgariyê bi hev re kirine, dema rizgariya welat pêk hatiye Kurd hatine redkirin. Heta li gora Ocalan ev rewş ne ji ber Mustafa Kemal Ataturk bi xwe ye, ji aliyê derdora ku li dora wî girtine ve hatiye kirin. Di vê pêvajoya aştiyê ya nû de, anku di mijara Aştî û Civaka Demokratîk de piştgiriya CHP’ê girîng dihat dîtin. Ji bo CHP’ê ku partiya damezrîner a komarê ye, ev rewş ji bo Tirkiyeyê rûdaneke trajîk e. Tiştên ku li hemberî CHP’ê hatine kirin û bi zorê ketina navenda wê ya giştî, hêrseke civakî ava kiriye. Ev gediş ne di berjewendiya desthilatdariyê de ye jî. Divê desthilatdarî tiştên qewimîne ji kûr ve bikole. Mûxalefeta civakî jî neçar e ku rêyeke derketinê û qadeke siyasî bibîne. Ji ber ku çemê dîrokê di nav qebara xwe de herikîna xwe didomîne.
Bulent Tekin
Wêne: Gemini









