HEZRO (Nûpel) – Komeleya Wêjekarên Kurd, li navçeya Hezroyê ya Amedê, di bin banê avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) de bernameyeke dewlemend a helbest û dengbêjiyê li dar xist. Di bernameyê de girîngiya ziman û wêjeya kurdî hat ziman û hunerhezên Hezroyî şevekî tije huner derbas kirin.
Dengbêj û Helbestvanan Dilê Hezroyiyan Geş Kir
Bernameya ku rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat, di bin moderatoriya Stran Jiyan de birêve çû. Di çalakiyê de helbestvana naskirî Herdem Merwanî bi helbestên xwe balkişand û Dengbêj Arif jî bi kilamên xwe yên kûr û xemgîn beşdar bûn.
Bernameyê nêzîkî du saetan dewam kir. Di dirêjahiya bernameyê de helbest hatin xwendin û stranên dengbêjiyê yên klasîk û resen bûn navgîna geşkirina dilê guhdaran. Welatiyên Hezroyê bi coş û kecaneke mezin guhdariya bernameyê kirin.
Di Bernameyê de Bangawaziya Ji Bo Ziman û Wêjeyê
Di dema bernameyê de qisekeran bal kişandin ser parastin û pêşvebirina çand, ziman û wêjeya kurdî. Hat destnîşankirin ku ziman bingeha hebûna gelekî ye û divê xebatên hunerî û wêjeyî li her derê bixurtî werin meşandin. Birêvebirên Komeleya Wêjekarên Kurd diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî yên çandî û hunerî wê li navçeya Hezroyê bê navber berdewam bikin.
Çîroka Jiyanê ya Dengbêj Arif Bal Kişand
Yek ji xalên herî balkişandî û watedar a bernameyê, çîroka jiyanê ya Dengbêj Arif bû. Dengbêj Arif ku bi eslê xwe Ermenî ye û ji bajarê Erziromê ye, di temenê zaroktiyê de bi malbata xwe re koçî Hezroyê dike û ji wê rojê ve li vir dijî. Dengbêj Arif ku bi dehan salan e di xizmeta ziman, çand û hunera kurdî de kedeke mezin dide, di vê şevê de jî bi dengê xwe yê zelal careke din cihê xwe di dilê gel de çêkir.











