🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Piştî têkçûna danûstandinên navbera Washington û Tehranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarek tûnd da û ragihand ku welatê wî dorpêçê datîne ser Tengava Hurmizê û hemû wan keştiyên ku bi benderên Îranê re bazirganiyê dikin.
Destpêkirina Dorpêçê
Trump eşkere kir ku operasyona dorpêçkirinê îro di saet 10:00ê sibehê (bi dema Rojhilatê Amerîkayê) û saet 17:00ê êvarê (bi dema Kurdistanê) bi fermî dest pê dike. Ev biryar piştî wê yekê hat ku gera dawî ya danûstandinên bi navbeynkariya Pakistanê bê encam bi dawî bû.
“Bacdayîna Ji Bo Îranê Qedexe Ye”
Serokê Amerîkayê di daxuyaniyeke berfireh de ku li ser platforma Truth Social belav kir, bal kişand ser mijara “bacên” ku Îran ji keştiyan dixwaze. Trump got:
“Min ferman da hêza me ya deryayî ku rê li ber her keştiyekê bigirin ku bac daye Îranê. Ti kes bi silametî derbas nabe eger bacê bide Îranê.”
Trump her wiha Tehranê tawanbar kir ku bi rêya îdiayên hebûna mînan (mayînan) hewl dide “bacê ji cîhanê bistîne.”
Paqijkirina Tengavê Ji Mînan
Ji bilî dorpêçê, Trump ragihand ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê dê dest bi operasyoneke taybet bike ji bo jinavbirina wan mînên ku Îranê di nav avên tengavê de çandine. Bi vê gavê, Amerîka dixwaze kontrola tam li ser hatûçûna deryayî ya li herêmê bidest bixe û rê li ber dahata deryayî ya Îranê bigire.
/Nûçeyên Cîhanê/










