AMED (Nûpel) – Bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Zikmakî, Akademiya Mîr Celadet Elî Bedirxan a ku di bin sîwana Gerînendetiya Ciwan û Karên Ciwanan ya Şaredariya Peyasê de kar dike, pîrozbahiyek li dar xist.
Xwendekarên Akademiyê li hev civiyan û bi beşdariya hunermend Erika Ueda û Serdar Canan kêliyên xweş û bêhempa jiyan kirin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, alîkarên hevşaredaran, endamên Meclisa Ziman a Peyasê û gelek xwendekar amade bûn.
Hunermendan li ser girîngiya zimanê Kurdî, muzîka Kurdî û parastin û pêşxistina zimanê dayikê axaftin. Her wiha hate diyarkirin ku ziman û huner bingehên hebûn, nasname û bîranîna gelan in.
Piştî danasîna Roja Zimanê Zikmakî ya 15ê Gulanê, beşdaran bi hev re sahiyek li dar xistin û govend gerandin.











