Dayikên Şemiyê di hefteya 1102’yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn windakirin pirsîn. Dayikan destnîşan kir ku ew bê ewlad hatine hiştin û gotin ku ji ber vê nikarin Roja Dayikan pîroz bikin.
Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 1102’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, Hevserokên Giştî yên ÎHDê Cîhan Aydin û Oya Ersoy, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Dayikên Şemiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di hefteya 1102yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn binçavkirin û windakirin û li kujerên wan hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê winda Besna Tosûn ve hate xwendin.
Besna Tosun diyar kir ku li dijî polîtîkayên înkarê bersiva herî mezin bîranîna kesên ku hatine windakirin û gotina çîroka wan e û wiha got: “Bi vê sedemê kesên ku naxwazin pêşeroj di bin tariyê de bimîne parastina heqîqetê dikin. Em di hefteya 1102’yemîn de xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku berî 34 salan hatine windakirin, bi bîr tînin. Husamettîn Yaman 22 salî û xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Bi hinceta ‘pankart hilgirtiye’ hate girtin piştî 15 rojan di 6’ê Îlona 1990’î de hat berdan. Soner Gul jî 21 salî û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê bû. Soner Gul endamê Komelaya Xwendekaran bû bi vê sedemê jî gelek caran hatibû binçavkirin û îşkence lê haitbû kirin. Husemettîn Yaman 2yê Gulana 1992an dema ji mala xwe derket, piştî 2 rojan 4’ê Gulanê kesek li birayê Husamettîn geriyaye û gotiye, ‘Husamettîn û Soner Gul hatine binçavkirin. Jiyana wan di bin xetereyê de ye, serî li emniyetê bikin’. Malbata Yaman û Gul serî li Miduriyeta Stenbolê û saziyên din ên dewletê dan. Lê bersiva ne di binçavan de ne dan wan.”
LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHAT KIRIN
Besna Tosun destnîşan kir ku di 19’ê Kanûna sala 2011’an de beyanên îtîrafkarê bi navê Ayhan Çarkin ku polîsê berê bû li nav raya giştî hate parvekirin û got: “Ayhan Çarkin gotibû ‘Husamettîn Yaman û Soner Gul me binçav kir li daristanekê me wan înfaz kir’. Piştî vê îtîrafê malbata Yaman dîsa serî li saziyan da û xwest dosye ji nû ve were vekirin. Lê tevî îtîrafên Ayhan Çarkin jî lêpirsînek bi bandor û baş nehat kirin. Em îro dîsa bang li dozgeran dikin di dosyeya Husamettîn Yaman û Soner Gul de lêpirsînek baş bikin û heqîqetê derxin holê. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin. Sibê Roja Dayikan e. Bi vê wesîleyê dayikên ku aqûbeta zarokên xwe hîn nebûn û jiyana xwe ji dest dan, em di şexsê Saffet Yaman de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ya ku vê bêdengiyê guherand, berxwedana heqîqetê ye.”
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildizê jî diyar kir ku ev 31 sal in li kurê xwe Murat Yildiz digere û got: “Bi rastî jî 31 salên bêrehm derbas bûn. Wekî dayikeke bê ewlad hatime hiştin, kurê min nikare ji min re beje roja te ya dayikan pîroz be. Ez ê vê rojê bê ewlda derbas bikim. Di cejnan d ejî wisa ye. Ez roja dayikên ewladên wan hene pîroz dikim. Lê em nikarin vê bikin.”
Çalakî bi danîna qurenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.
/Ajansa Mezopotamya/










