Ji bo Em Bibêjin ‘Na’ Ji Kedxwariya Kapîtalîst re, Em ê li Qadan Bin

Nûçe

NÛPEL – Serokê Komeleya Çand û Cemxane ya Elewî Bektaşî ya Konyaaltiyê Tahsin Akpinar diyar kir ku divê di 1ê Gulanê de her kesên feqîr û yên ku heqê keda xwe nagirin li qadan bin. Serokê Komeleya Çand, Perwerde, Piştevanî û Alîkariya Tahtaciyên Antalyayê û Alîkarê Serokê CHPê yê Antalyayê Mehmet Akar jî got: “Ji bo edaletê û ji bo perwerdehiyeke çêtir, em ê roja 1ê Gulanê li qadan bin.”

Her ku 1ê Gulanê nêzîk dibe, liv û tevgera li cîhana kedê zêde dibe. Karker, kedkar û beşên ku li mafên xwe digerin; li dijî bihabûna jiyanê, bêewlehiya kar û bêedaletiyên kûr dibin, amade ne ku dengê xwe bilind bikin. Tê hêvîkirin ku îsal jî qad ne tenê bibin cihê pîrozbahiyê, lê bibin zemînekî têkoşînê ku daxwazên edalet, wekhevî û jiyana mirovî bi xurtî werin zimên.

“Yekîtiya Hemû Kedkaran li Dijî Kedxwariya Kapîtalîst Mecbûrî ye”

Serokê Komeleya Çand û Cemxane ya Elewî Bektaşî ya Konyaaltiyê Tahsin Akpinar, destnîşan kir ku wekî komeleyên Elewî girîngiyeke mezin didin 1ê Gulanê û wiha got:

“Ji ber ku 1ê Gulanê hişmendiya çînî û têkoşîna di navbera bindest û serdestan de ye. Ji ber vê yekê, divê di 1ê Gulanê de her kesê ku feqîr e û heqê keda xwe nagire li qadan be.”

Akpinar diyar kir ku kedkarên cîhanê bi têra xwe birêxistinkirî nîn in û ji ber vê yekê kapîtalîzm hem li cîhanê hem jî li welatê me dibe sedema kedxwariyeke ewqas dijwar. Akpinar bal kişand ser vê yekê ku li dijî vê kedxwariyê tenê rêyek heye: “Divê hemû mirov piştevan bin.”

Akpinar destnîşan kir ku karkerên madenê li Enqereyê dojehê dijîn û got:

“6 meh in mûçeyên xwe wernegirtine û nikarin nan bibin ji zarokên xwe re. Bi rastî pirsgirêk ev e: Îro divê her kesê ku bi keda xwe dijî, hêza xwe ya ji kedê tê bi kar bîne, lê bi kar nayîne. Ez cejna keda hemû kedkarên cîhanê û welatê me pîroz dikim û her kesî vedixwînim qadan.”

“Ji Bo Edalet û Perwerdehiyeke Çêtir Em ê li Wir Bin”

Serokê Komeleya Tahtaciyên Antalyayê û Alîkarê Serokê CHPê yê Antalyayê Mehmet Akar jî diyar kir ku ev du sal in bi pêkhateyên Elewî re bi hev re tevdigerin û got:

“Em bi pankarta xwe di nava pêkhateyan de cih digirin. Helwesta me zelal e. Wekî civaka Tahtaciyan, em her dem li aliyê ked, demokrasî û edaletê bûne.”

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Ji Qral Charles “Bersiva Dîrokî” ji bo Trump: “Hûn ê bi Fransî Biaxiviyan”
Malmisanij: Ji bo Etîmolojiya Kurdî Gaveke Nû û Zanistî Avêt

Nûçeyên Sereke