Rêveberên DEM Partiyê yên navbeynkarî ji bo karkeran kirin: Em bi hev re meşiyan û me bariyer hilweşandin

Nûçe

NÛPEL – Mahfuz Guleryuzê ji DEM Partiyê ku navbeynkarî ji karkerên ku di roja 9’an a greva birçîbûnê ya li Parka Kurtuluşê dabûn destpêkirin û daxwazên wan hatin qebûlkirin re kir, got: “Me hewildaneke mezin da.” Ferit Şenyaşar jî got: “Em bi hev re meşiyan, me bi hev re nobet girt û me bi hev re bariyer hilweşandin.”

Berxwedana karkerên Doruk Madencîlikê ya girêdayî Holdinga Yildizlar SSS ku ji bo mûçe, tezmînat û mafên xwe yên kesane 9 rojan li Parka Kurtuluşê di greva birçîbûnê de bûn, bi serkeftinê bi dawî bû. Piştî hevdîtinên ku bi navbeynkariya Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Ferit Şenyaşar û Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyarê Rêxistinkirinê Mahfuz Guleryuz hatin kirin, destkeftiya hatî bidestxistin bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Guleryuz di dema pîrozbahiyê de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser wê yekê ku karker bi rojan e li kolanên Enqereyê li ber xwe didin û bi serkeftinê re wêneyekî mezin ê kêfxweşiyê derketiye holê û got: “Em bi tabloya têkoşîna mafan a ku bi serkeftina berxwedêran bi dawî bû re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê em hemû ji vê yekê pir kêfxweş in. Di vê pêvajoyê de hevalên karker mînakeke mezin a berxwedanê nîşan dan. Lê ji aliyê din ve bi taybetî nîşan dan ku dixwazin bi kardêr re jî di têkiliyê de bin, dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin û di vê maneyê de niyeta xwe ya baş nîşan dan. Serî li partiya me dan û bi partiya me re diyalog pêş xistin. Me bi nûnerên karkeran û bi serokatiya sendîkayê re di demên cuda de li ser çareserkirina vê pirsgirêkê hevdîtin pêk anîn. Me daxwazên wan girtin û li ser daxwazên wan bi kardêr re hevdîtin kirin.”

‘MÎNAKEKE SPEHÎ YA BERXWEDANÊ DERKET HOLÊ’

Guleryuz diyar kir ku nêzîkatiya kardêr ji serî heta dawî ne neyînî bû û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di pêvajoya berxwedanê de helwestên wan ne neyînî bû. Herî dawî duh bi şev me bi wan re hevdîtinek kir. Di wê hevdîtinê de me ew bi nûnerên karkeran û rêveberên sendîkayê re anîn cem hev û li wir hat diyarkirin ku daxwaz hatine qebûlkirin. Îro ev daxwaz wekî mîsogerî hat girtin. Ji ber vê yekê wekî partî, bi parlamenterên xwe û navenda xwe ya giştî re, em ji destpêka pêvajoyê ve di nav de bûn. Me ji bo ku ev pirsgirêk bi serkeftin û kêfxweşiya karkeran bi dawî bibe hewildaneke mezin da. Ez dixwazim bibêjim ku bi vî rengî bi serkeftinê bi dawî bûna vê pêvajoyê, li ser navê partiya me jî me pir kêfxweş dike. Tabloyek xweş derket holê. Mînakeke spehî ya berxwedanê derket holê. Divê ev ji bo hemû berxwedêran bibe mînak. Berxwedêr her dem bi ser dikevin. Em hêvî dikin ku ev berxwedan di heman demê de bibe sedema aştiya Tirkiyeyê. Em jî endamên partiyeke ku ji bo aştiya Tirkiyeyê li ber xwe dide ne û me berxwedana wê aştiyê bir vir. Me bi karkeran û sendîkayê re mil bi mil ev çîroka serkeftinê bi hev re hûnand û ez dixwazim bibêjim ku em ji derketina vê encamê pir kêfxweş in.”

‘EM BI HEV RE MEŞIYAN, NOBET GIRT Û ME QEZENC KIR’

Şenyaşar ê ku li qadê bû hevparê berxwedana karkeran, bal kişand ser girîngiya berxwedana ku di dema çûyîna 1’ê Gulanê de bi serkeftinê bi dawî bû û got: “Karkerên Madenê yên Dorukê 9 rojan li Enqereyê têkoşîneke dîrokî dan û di roja 9’an a greva birçîbûnê de mafên xwe bi dest xistin. Yê ku winda kir sermaye û partiya desthilatdar a alîgir bû. Dema karkerên Madenê yên Dorukê dihatin Enqereyê, wekî parlamenterên DEM Partiyê em li gel wan bûn. Em bi hev re meşiyan, me bi hev re nobet girt, me bi hev re bariyer hilweşandin. Îro jî em di roja 9’an de şanaziya girtina mafên wan dijîn. Li vir karkerên Madenê yên Dorukê tenê mafên xwe bi dest nexistin; têkoşînek ku dê bibe mînak ji bo kesên li mafên xwe digerin dan. Êdî bila tu kes vê hevokê bikar neyne: ‘Em dikarin çi bikin? Em çi bikin jî encam nagirin’; ev berxwedan ev feraset hilweşandiye. Îro karkerên Madenê yên Dorukê bi ser ketine. Ev mînak e. Li gelek bajarên Tirkiyeyê karkerên ku mexdûriyetên wekhev dijîn hene û divê karker dema li mafên xwe digerin karkerên Madenê yên Dorukê wekî mînak û nimûne bibînin.”

‘EM SPASIYA HER KESÊ KU PIŞTGIRÎ DAYE DIKIN’

Karkerê madenê Behçet Altun jî spasiya her kesê ku di vê pêvajoyê de li gel wan bûn kir û wiha got: “Ez pir bi kelecan im. Em spasiya parlamenterên xwe yên ku piştgirî dan me, siyasetmedarên ku li gel me bûn û gelê Enqereyê dikin, Xwedê ji wan hemûyan razî bibe.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

PSG û Bayern Munihê Di Nîv-Fînala Lîga Şampiyonan De Dîrok Nivîsand: 5-4
DYA’yê Derbe Li ‘Bankavaniya Sîp’ Ya Îranê Xist: 35 Sazî Û Kes Ketin Lîsteya Tolhildanê

Nûçeyên Sereke