Li Êlihê Beraz Êrişî Welatiyan Kir: 3 Birîndar

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navenda bajarê Êlihê berazekî kovî yê ku daket nav kolanan, li xalên cuda êrişî 3 kesan kir û ew birîndar kirin. Kêliyên êrişê di kameraya mobîlyayê de hatin girtin.

Şeva borî li navenda bajarê Êlihê bûyereke neasayî qewimî û tirs û xof xist dilê welatiyan. Berazekî ku ji çolterê daketibû nav bajêr, li kolanan geriya û êrişî kesên li ber derketin kir.

Li Ser Riya Peyayan Êriş Kir

Bûyer derdora saet 23:30an de pêk hat. Li gorî zanyariyan, berazê kovî li ser Bulvara Turgut Ozalê êrişî welatiyekî kir ku dixwest ji ser xeta peyayan derbasî aliyê din bibe. Ew kêliyên ku beraz bi ser welatî de diçe û dibe sedema panîkê, ji aliyê welatiyên derdorê ve bi kameraya telefonê hatin qeydkirin.

3 Kes Rakirin Nexweşxaneyê

Di encama êrişên berazê kovî de li xalên cuda 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û piştî mudaxeleya yekem, her sê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Beraz Windabû

Piştî êrişan, berazê kovî di nava kolanên tarî de bazda û piştî demekê ji ber çavan winda bû. Ji bo girtina heywanê kovî û parastina ewlehiya welatiyan xebat hatin destpêkirin.

Van jî bibîne

 

Konferansa ‘komunê’ li Mersînê: Biryarên ku bên girtin belgeya helwesta me ne
Perdeya Paş a Pêşniyara Îranê: Hemû Rêyên Derketinê Hatine Girtin

Nûçeyên Sereke