ŞIRNEX (Nûpel ) – Di çanda Kurdî de lîstok û stranên zarokan xwedî cihekî taybet in. Yek ji van stranên ku li gelek deverên Kurdistanê tê naskirin û di nava zarokan de wekî rîtuelekê dihat meşandin, strana “Werhayê Werhayê” ye. Ev stran ne tenê melodiyek e, lê di heman demê de mîrateya çandî ya ku nifş bi nifş derbas bûye ye.
Zarokatî û Çembera Dostaniyê
Li gorî agahiyên ji devê welatiyê bi navê Evdilezîzê Dirbasî ku ji Nûpel TVyê re axivî, ev stran bi taybetî di dema lîstokan de dihat gotin. Zarokên ku li dora hev dibûn çember, destên xwe didan ser milên hev û bi zivirînê re ev melodiya dirêj û ritmîk bi yek dengî digotin. Her çiqas li gorî herêman hinek guhertin di gotinan de hebin jî, miqam û ruhê stranê li her derê heman dimîne.
Naveroka Stranê: Ji Mûsilê Heya Hekariyê
Strana “Werhayê Werhayê” bi motîfên xwezayî, navên herêmî û lehengên mîtolojîk tije ye. Di nav gotinan de navên wekî Mûsil, Hekarî û Behdîn derbas dibin, ku ev yek nîşan dide ka ev lîstok di kîjan erdnîgariya berfireh de belav bûye.
“Kekê min çû sûkê / Kirî cilê bûkê” > “Behdînê Hekarî / Xwediyê kûmê tarî”
Ev rêzikên ku bi zimanekî sade û herikbar hatine hûnandin, nîşaneya dewlemendiya zimanê Kurdî û cîhana xeyalî ya zarokan e.
Gotinên Stranê (Versiyona Tevahî):
Ji bo ku ev mîrate winda nebe, gotinên stranê yên resen wiha ne:
Werhayê werhayê
Kulîlka dû tayê
Bejna xilde xoyê / Xildexo bil bilê
Şîrê xwe da milê / Hawar kir Mûsilê
Mûsil derbû derbû / Hemîl çarê werbî
Çara Mîr Melek e / Avêtî zêret e
Zêret xas e xas e / Bivir kir kiras e
Kirasê Mehmo ye / Wêl bejna keko ye
Kekê min tifal e / Xwedî hespê fal e
Kekê min çû sûkê / Kirî cilê bûkê
Bûka me Tirkan e / Li ser dara tîpan
Tîpan vekeliştî / Şêro tê de kuştî
Şêro hêke mêke / Dest û pî sivok e
Sivoka zêrîne / Li pişta Behdîn e
Behdînê Hekarî / Xwediyê kûmê tarî
Çiyawo çiyawo / Reşel bin giyawo
Nêrî keresîs e / Nêrya palvedayo
Pezê bavê min o / Yêl mêrga mezin o
Hemî didoşin e / Têra bejna min e
Bejna min rimêl e










