Li Enqereyê êrişa bi kevir û kêrê li dijî avahiya CHP’ê ya Keçiorenê

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li paytexta Tirkiyê Enqereyê, avahiya Serokatiya Navçeya Keçiorenê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) rastî êrişeke bi kevir hat. Êrişkarê ku piştî bûyerê bi kêrê gef li welatiyan xwar, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Zirar gihişt avahiyê

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer di saetên êvarê de qewimî. Kesekî ku nasnameya wî hê nehatiye eşkere kirin, hat ber avahiya partiyê û bi kevirên ku avêtin, zirar da cam û dîwarên avahiyê. Di encama êrişê de di avahiyê de zirarên madî çêbûn.

Gef li derdorê xwar

Şikbarê ku êrişa bi kevir pêkanî, piştî çalakiyê nesekinî û bi kêra di destê xwe de gef li welatiyên li derdorê xwarin. Li ser agahdarkirina şahidan, tîmên polîsan di demeke kurt de gihiştin cihê bûyerê.

Êrişkar hat binçavkirin

Hêzên ewlekariyê bi mudaxaleyeke bilez êrişkar bêbandor kirin û ew birin navenda polîsan. Hat ragihandin ku têkildarî êrişê lêpirsînek berfireh hat destpêkirin û polîs li ser sedema êrişê lêkolînên xwe didomînin.

Van jî bibîne

 

Malbata Kurd dixwaze cezayê îdamê yê kurê wan bê betalkirin
Nêçîrvan Barzanî û Kongresmenê Amerîkî Abraham Hamadeh Civîneke Telefonî Pêk Anîn

Nûçeyên Sereke