🔴Jinên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan xwestin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tevlî wezareta parstinê ya Sûriyê bibe. Jinan diyar kirin ku YPJ’ê bi berxwedana xwe nûnertiya vîna tevahî jinan kir, divê ew di nava wezareta parstinê ya Sûriyê de were pejirandin.
Ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hem li Rojava, hem jî li Başûrê Kurdistanê çalakî û daxuyanî hatin dayîn.
Li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya rêxistina Kongra Star bi sedan jin li Kobanê kombûn.
Ev hevdîtin ji bo nirxandina rewşa Sûriyê, entegersyona jinan a di nava pêşeroja Sûriyê de, taybet jî pejrandina YPJ`ê di nava wezareta parstinê ya Sûriyê de.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî tevlî kombûna jinan bû.
Îlham Ehmed da zanîn ku di rêveberiya Sûriye de tenê jinek û di parlamentoyê de jî heta niha tenê 6 jin hene.
Di dawiya kombûnê de encamnameyek hat derxistin. Têde ev tişt hat gotin:
Pêwîstiya beşdariya jinan di hemû sazî û dezgehên biryardayînê de hebe.
Divê YPJ`ê bi fermî weke artêşeke ku civakê diparêze were dîtin.
Li Silêmaniyê ji bo piştgirya bi YPJ`ê re daxuyaniyek hat lidarxistin
Li Başûrê Kurdistanê jî Tifaqa Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê daxuyanî da.
Tifaqê jî di daxuyaniya xwe de xwest YPJ’ê bi awayekî fermî were naskirin û wiha got:
Hikûmeta Veguhêz a Sûriye di pêkanîna xalên peymanê de xemsar nêzîk dibe.
Dîsa di mijara YPJ’ê de bi temamî paşguhkirin heye.
YPJ’ê bi berxwedana xwe nûnertiya vîna tevahî jinan kir, divê ew di nava wezareta parstinê ya Sûriyê de were pejirandin.
/Çawkani: nucetv.net/










