NÛPEL – Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo gotûbêjkirina encamên civînên Swîsreyê serdana Bexdayê dike.
Li gorî medyaya Iraqê, biryar e Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serdana Bexdayê bike, daku encamên civînên vê dawiyê yên li Swîsreyê ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bike.
Medyaya Iraqê derbarê vê serdana Ebas Eraqçî û naveroka civînên wî yên li gel berpirsên Iraqê agahiyên nû belav kirin.
Li gorî van agahiyan, biryar e roja yekşema hefteya bê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bigihîje Bexdayê. Eraqçî dê di civînên xwe de rewşa danûstandinên aştiyê yên li Swîsreyê ji rayedarên Iraqê re şirove bike. Her wiha yek ji armancên sereke yên vê serdanê, amadekariya ji bo merasîma şîna Rêberê Bilind ê berê yê Îranê Elî Xamaneyî ye.
Tevî ku heya niha aliyên fermî yên Iraq û Îranê hûrgiliyên vê serdanê bi temamî eşkere nekirine jî, tê pêşbînîkirin ku dibe cenazeyê Xamaneyî ji bo merasîmên olî û şînê bînin bajarên Necef û Kerbelayê. Piştî bi dawîbûna merasîmên li Iraqê, biryar e di 9’ê Tîrmehê de cenazeyê wî bibin Îranê û li goristana Îmam Rîza ya li bajarê Meşhedê bispêrin axê.
Çavkanî: Rojnews









