NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê St. Petersburgê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya. Di hevdîtinê de peyamên girîng derbarê hevkariya stratejîk a her du welatan û rewşa dawî ya Rojhilata Navîn de hatin dayîn.
Putin: Gelê Îranê bi Wêrekî Têkoşînê Dimeşîne
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di destpêka axaftina xwe de pesna berxwedana gelê Îranê da û diyar kir ku Îranî ji bo serweriya xwe bi wêrekî û qehremanî têkoşînê dimeşînin. Putin destnîşan kir ku Rûsya bi biryar e pêwendiyên xwe yên stratejîk ên bi Tehranê re di her astê de kûrtir bike.
Bersiva Peyama Xamineyî hat Dayîn
Putin eşkere kir ku hefteya borî ji Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Mucteba Xamineyî peyamek wergirtiye. Putin ji Eraqçî xwest ku silav û spasiyên wî bigihîne Xamineyî û got:
“Ez ji we rica dikim ku hûn spasiyên min ên herî jidil bigihînin û piştrast bikin ku Rûsya jî wekî Îranê di wê nêtê de ye ku pêwendiyên xwe yên stratejîk bidomîne.”
Putin her wiha hêviya xwe anî ziman ku gelê Îranê vê qonaxa zehmet bi serkeftî derbas bike û diyar kir ku Rûsya ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê amade ye her hewldanê bide.
Eraqçî: Em dê li Hemberî Amerîkayê li Ber Xwe Bidin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî di hevdîtinê de bal kişand ser zextên derve û êrişkariya Amerîkayê. Eraqçî got, “Gelê Îranê bi saya wêrekiya xwe li hemberî êrişkariya Amerîkayê li ber xwe daye û dê li ber xwe bide.”
Eraqçî ji ber piştgiriya Rûsyayê spasiya Vladimir Putin kir û tekez kir ku hevkariya di navbera Moskow û Tehranê de ji bo îstîqrara herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk e û ev peywendî dê di dema pêş de hîn xurttir bibin.










