Li Amedê Navendeke Nû ya Ciwanan: Amargî vebû

AMED (Nûpel) – Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê, bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr, Berken Zer û Sîmyager, li navçeya Sûrê ya Amedê hat vekirin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî vekirina komeleyê dan.

Bernameya vekirinê bi tevlêbûna siyasetmedar, endamên saziyên sivîl û bi taybetî bi beşdariya girseyî ya ciwanan, bi coşeke mezin birêve çû. Di bernameyê de pankartên bi nivîsên “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî ser bikevin” û “Em bi komînbûnê çanda xwe didin jiyandin” hatin daliqandin. Bername bi deqîqeyek rêzgirtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, govend hatin gerandin û metna vekirinê ya ku bi du zimanan hatibû amadekirin; beşa Kurmancî ji aliyê Başûr Gezîcî ve û beşa Tirkî jî ji aliyê Mûrat Sonmez ve hat xwendin.

“Armanca Me Avakirina Pêşerojeke Bitendurist e”

Başûr Gezîcî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bi armanca avakirina pêşerojeke bitendurist civiyane û wiha got:

“Berî her tiştî, pêwîst e em behsa hewcedariya avakirina vê qadê bikin. Ji bo ku em bikaribin gavên ber bi pêşerojê ve bavêjin, em neçar in ku çand û hunera xwe li ser bingeha hebûn û xwebûna xwe ava bikin. Wekî gelê Kurd, em ji gelek aliyan ve ji çanda xwe hatine dûrxistin û hişmendiya me ya çandî hatiye qutkirin. Her çend carinan xebatên çandî hebin jî, ew di çarçoveyeke teng de û di navbera çar dîwaran de asê dimînin; bi vî rengî dînamîzma xwe winda dikin û ber bi tunebûnê ve diçin.”

Gezîcî bal kişand ser bandora pergala kapîtalîst û wiha dewam kir:

“Pergalên kapîtalîst çand û hunerê wekî amûrekê bi kar tînin û wan veguherandine metayeke sermayeyê. Ev veguherîn bi rêya ‘çanda populer’ ku di nava ciwanan de tê belavkirin, pêk tê. Îro ciwan ne girêdayî çanda xwe ya xwemalî, lê girêdayî çanda kapîtalîst in. Armanca me ew e ku em hişmendiya xwe li ser bingeha rastiya çanda xwe ji nû ve ava bikin û bingeha jiyaneke azad deynin. Jiyana azad tê wateya; xwebûn, exlaq, polîtîkbûn û sekneke xurt a li hemberî tecrîda pergalê.”

“Bila Ciwan Tevlî Xebatên Me Bibin”

Başûr Gezîcî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pergalên serdest naxwazin ciwan bi xweserî di nava jiyanê de cih bigirin û got:

“Bi rêya mekanîzmayên otokontrolê, ciwanan ji çand û jiyana rasteqîn dûr dixin. Armanca bingehîn a Amargiyê ew e ku wekî akademiyeke çand û hunerê bixebite û sînerjiya xwe li her qadê belav bike. Hêza ku vê dînamîzmê biafirîne, tevgera ciwanan e. Em bang li hemû ciwanan dikin ku beşdarî van xebatan bibin, ji bo xwe û civakê qadên nû yên jiyanê ava bikin û xwedî li van qadan derkevin.”

Piştî axaftinan, hunermendan stranên xwe pêşkêş kirin û girse li ber stranan bi coş govend gerand.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Rojnamevana Alman a ku li Sûriyeyê winda bûbû hat dîtin
Trump maseya muzakereyê qulipand: Serdana Pakistanê hat betalkirin

Nûçeyên Sereke