NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku Îran amadekariya pêşniyareke nû dike ku daxwazên Washingtonê bi cih bîne. Tê payîn ku şandeyên her du welatan li Pakistanê bicivin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di hevpeyvîneke telefonî de ji bo ajansa Reutersê diyar kir ku Tehran li ser pêşniyarekê dixebite ku daxwazên Washingtonê têr bike. Trump destnîşan kir ku beriya tûra nû ya hevdîtinan a li Pakistanê, ew li benda gaveke berbiçav a Tehranê ne.
Trump derbarê naveroka pêşniyarê de agahî neda lê got: “Pêşniyarekê amade dikin, em ê bisekinin û bibînin ka dê çi bibe.” Trump li ser pirsa ku muhatabên wan kî ne, bersiv da û got: “Ez naxwazim navan bidim, lê em bi kesên ku niha di serê kar de ne re muxatab in.”
Şandeya Koşka Spî bi rê dikeve
Ji aliyê Washingtonê ve jî amadekariyên dîplomatîk temam bûn. Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt ragihand ku şandeya Amerîkayê sibe (şemiyê) ber bi Îslamabadê ve bi rê dikeve.
Di şandeyê de Nûnerê Taybet ê Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û şêwirmendê wî Jared Kushner cih digirin. Leavitt destnîşan kir ku di rojên dawî de ji aliyê Îranê ve “hinek nîşaneyên pêşveçûnê” hatine girtin û got: “Steve û Jared ji bo guhdarîkirina îraniyan diçin Pakistanê. Em hêvî dikin ku encamên erênî ji vê hevdîtinê derkevin.”
Erakçî gihîşt Îslamabadê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, ji bo nîqaşkirina pêşniyarên ku dê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin, êvara înê gihîşt Îslamabadê. Tê payîn ku ev serdan bibe zemînek ji bo têkiliyên rastevîn ên di navbera her du welatan de ku piştî bi hefteyan pêk tê.
Li Pakistanê hewayeke ‘geşbîn’ heye
Pakistan wekî mazûvan û navbeynkar, peyamên bi hêvî dide. Wezîrê Agahdarkirinê yê Pakistanê Ataullah Tarar ji nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman re axivî û diyar kir ku ew derbarê hevdîtinên navbera Tehran û Washingtonê de geşbîn in.
Tarar hatina Erakçî ya Îslamabadê wekî “gaveke erênî û girîng” pênase kir û got: “Em hêvî dikin ku kar baş bi rêve herin. Ka em binêrin bê vê şevê û sibe dê çi biqewime.”










