Rejîma Îranê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî revand

CîhanNûçe

Hêzên rejîma Îranê li Urmiyeyê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî binçav kir û aqûbeta wê nayê zanîn. 

 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, der barê binçavkirina jineke Kurd de agahî parve kir. Li gorî nûçeyê, jina Kurd a bi navê Forûzan Îslamî ku mamosteya zimanê Ingilîzî û berpirsa Akademiya Ziman a “Newcewan” a li bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birîn.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî ku tu biryareke dadgehê hebe bi ser mala Forûzan Îslamî de girtine û ew revandine. Heya niha der barê cih û rewşa tenduristiya wê tu agahî nehatine bidestxistin. Hat gotin ku Forûzan Îslamî di warê perwerdehiya zimanê Ingilîzî de xebatên çalak meşandiye û weke kesayeteke naskirî ya Kurd li Urmiyeyê tê naskirin.     

/Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Deşta Geverê bi kulîlkan xemilî
Rapirsiya li 16 bajaran: Nêzîkî nîvê Kurdan bawer nakin ku pêvajo baş dimeşe

Nûçeyên Sereke