Li Çilaxa Civîneke Dîrokî: Eşîrên Kurd, Ereb û Suryan Peyama Yekîtiyê Dan

ÇILAXA (Nûpel) – Li herêma Cizîrê, bi armanca xurtkirina biratiya gelan û sekinandina li ber hewldanên fitneyê, rûspî û şêxên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan di civîneke berfireh de hatin cem hev.

Civîn bi vexwendina Şêxê Êla Şemer, Mani Himêdî Deham El Cerba, li gundê Til Elo yê başûrê bajarê Çilaxa, di mêvanxaneya malbata El Cerba de pêk hat. Nûnerên gelek eşîrên girîng ên herêmê beşdar bûn û bal kişandin ser parastina jiyana hevbeş.

Banga Li Dijî Fitneyê û Parastina Dîrokê

Di civînê de rûspiyên eşîran yek bi yek axivîn û peyamên girîng dan:

Eşîra Deqorî: Fehid Mihemed Seîd Axa diyar kir ku ji serdema Osmaniyan heta îro hewldanên dubare ji bo derxistina fitneyê hene, lê gelên Cizîrê her tim bi yekîtiya xwe bersiv dane.

Eşîra Kîkan: Samir Şêxo Kîkanî destnîşan kir ku “şertgiriya li ser şerê Kurd û Ereban têk çûye,” ji ber ku hişmendiya gelê herêmê rê nade van planan.

Eşîra Begara: Şêx Ewad El Ugle anî ziman ku desthilatdarî diguherin, lê ya ku her dem dimîne “yekîtiya gelan û jiyana hevbeş e.”

Biratiya Kurd, Ereb û Suryan

Beşdarên ji eşîrên wekî El Cibûr, Ebasîn û El Xelce jî banga xurtkirina hevkariyê di vê qonaxa hestiyar de kirin. Hat destnîşankirin ku têkiliyên civakî yên li herêmê pir kûr in û xîtaba kîndariyê di nav civakê de nayê qebûlkirin.

Peyama Dawî: Siberojeke Baştir

Şêxê Êla Şemer, Mani Himêdî Deham El Cerba, civîn bi van gotinan bi dawî kir:

“Ev civîn peyameke zelal e; biratiya Ereb û Kurdan hevgirtî ye. Em ê bi hev re ji bo siberojeke baştir ji bo tevahî gelê Sûriyeyê bixebitin.”

Civîn wekî pêngaveke stratejîk ji bo ewlekarî û aramiya herêma Cizîrê hat nirxandin.

/Çavkanî: ANHA/

Maseya Muzakereyan Dîsa Tê Avakirin: Arakçî diçe Îslamabadê
Li Seyîdsadiq Cejna Çand û Hunere: 11’emîn Festîvala Salane Hate Lidarxistin

Nûçeyên Sereke