NÛPEL – Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û şandeya pê re, di çarçoveya rêzehevdîtinên fermî de li welatê Swêdê serdana rêvebirên Navenda Pirzimanî ya Şaredariya Vesterasê kirin.
Perwerdeya bi 48 Zimanên Cuda
Di serdanê de hat ragihandin ku li vê navenda navneteweyî, 4500 xwendekar bi 48 zimanên cuda perwerdeyê dibînin. Hat diyarkirin ku di navendê de 160 mamoste wezifedar in û dersên zimanên Kurdî û Erebî jî didin. Bi taybetî bal hat kişandin ser perwerdeya zimanê dayikê; hat diyarkirin ku ji pêşdibistanê heta lîseyê, bi destê 18 mamosteyên Kurd perwerdeya zimanê Kurdî pêşkêşî 800 xwendekaran tê kirin.
Agahiyên li ser Modelên Perwerdeyê
Berpirsyara navendê Liselotte Dahlberg-Jakobsson û cîgirên wê Sari û Asa Ewertson, li ser xebatên navendê û modelên perwerdeyê agahiyên berfireh dan şandeya Peyasê. Di hevdîtinê de nivîskar Haydar Diljen û Mahmûd Lewendî jî amade bûn û li ser hûrguliyên xebatên navendê û giringiya mînakên serkeftî yên perwerdeya Kurdî zanyarî parve kirin.
Çavdêrî ji bo “Zarokistanan”
Hevşaredar Sincar û şandeya pê re, piştî civînê serdana polên perwerdeya Kurdî kirin û ji nêz ve çavdêriya pêvajoya hînbûna xwendekarên Kurd (pêşdibistan, dibistana navîn û amadehiyê) kirin.
Hat destnîşankirin ku tecrûbeyên li vê navendê hatine bidestxistin, dê ji bo rêveberiyên herêmî û bi taybetî ji bo Zarokistan û navendên lênihêrîna zarokan ên Şaredariya Peyasê bibin mînak û çavkaniyeke giring a zanistî.











