Bulent Tekin: Ji Panteran heta Îro: Pira di Navbera Reform û Şoreşê de

Nîvîskar

NÛPEL – Ez difikirim ku nivîseke Ryan Watson nivîsandiye, ji bo DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ya îro jî çiqas girîng e. Jixwe modernîteya kapîtalîst û emperyalîzm, ne tenê meseleya mirovên reşik e; meseleya tevahiya civakê ye ku spî jî di nav de ne. Bi rastî jî balkêş e: Partiya Panterên Reş (BPP) di sala 1966an de li Oaklandê hate avakirin û bi çalakiya hilgirtina çekan a eşkere, xeyalên nifşê ciwan ê reşik feth kir. Panteran, bi rengekî qanûnî, çekdar û birêxistinkirî, li taxên reşikan li pey polîsan diçûn û mafên kesên ku ji aliyê polîsan ve dihatin sekinandin ji wan re dixwendin. Ev yek, li dijî terora rojane ya tundiya polîsan, serhildanek rasterast û berçav bû û di demeke kurt de belav bû.

Helbet dewlet ne bêalî bû. Wê demê waliyê Kalîforniyayê Ronald Reagan, bi piştgiriya NRA (Yekîtiya Neteweyî ya Tivingan), wekî bersiveke rasterast ji dewriyeyên Panteran re, hema bêje di cih de qedexeya hilgirtina çekan a eşkere anî. Ev derseke pir girîng e: Dewlet ne hakemekî bêalî ye; amûra çîna serdest e. Dema ku mirovên kedkar dest bi birêxistinkirina hêza xwe dikin, çîna serdest li gorî vê yekê tevdigere.

Yek ji damezirînerên BPPyê, Huey Newton, bi xwe jî qebûl kir ku çek û unîforman, berên reş û çakêtên çermîn, her çend hinek heyecan afirandibin jî, beşên din ên Amerîkayiyên Reşik ên ku hêj ji bo şerekî wisa yê bi dewletê re ne amade bûn an jî ji tolgirtina li ser civaka xwe ditirsiyan, ji xwe dûr xistin. Partî neçar ma ku bi valahiya di navbera kesên ku ji milîtanîzmê îlham girtine û kesên ku ji bo jiyanê têdikoşin de têbiköşe.

Bernameyên Civakî û Nakokiyên Navxweyî

Bernameyên Panteran ên ji bo jiyana civakê—taştêya belaş ji bo zarokan, klînîkên tenduristiyê, dibistanên azadiyê û hîn bêtir—di nav beşên herî navdar ên mîrasa wan de ne. Fikir hêsan bû: Ev bername dê alîkariya mirovan bikin ku wê gavê li ser piyan bimînin, lê bi serê xwe ne rizgarîxwaz bûn. Ew pirek bûn; rêyek ji bo avakirina baweriyê di nav civakê de, nîşandana tiştên ku mirovên birêxistinkirî dikarin peyda bikin û qezenckirina mirovan ji bo têkoşîna demdirêj.

Armanc her tim şoreş bû û bernameyên jiyanê ji bo xizmeta vê armancê hatibûn organîzekirin. Lê belê, van bernameyan çavkaniyên mezin dixwarin. Ew bi giranî û bi rengekî nehevseng bi keda jinên reşik ên di partiyê de ve girêdayî bûn; keda van jinan di bîra gel de pir caran têra xwe nehatiye qedirandin. Her wiha van bernameyan di mijara pêşîniyan de bû sedema nîqaşên hundurîn ên tund.

Yek ji lîderên serdema destpêkê ya Partiya Panterên Reş, Eldridge Cleaver, bi tundî li dijî bernameyên jiyanê derket. Li gorî wî, şoreş tenê bi vegerandina balê li ser şerê çekdarî yê bi polîsan re û bi amadekariya çalak a tundiya çekdarî ya li dijî desthilatdariya dewletê dikaribû pêk bihata. Li gorî wî, bernameyên taştê û klînîkan balê belav dikirin, heta dihat wateya bêbandorkirina enerjiya şoreşgerî.

Îro û Stratejiya Veguhêz

Ev tengezarî îro jî heye. Tenê alîkariya dualî (mutual aid) nikare rizgariyê bîne. Milîtanî bi serê xwe jî nikare bîne. Tiştê ku hewcedarî pê heye, stratejiyek e ku têkoşîna lezgîn bi çalakiya kolektîf a girseyî ve girê dide. Ji ber vê yekê Marksîst, tiştê ku em jê re dibêjin “nêzîkatiya veguhêz” bikar tînin; ev nêzîkatî pirekê di navbera hewcedariyên lezgîn ên mirovên asayî (wekî mûçeyên çêtir an xaniyên biha-guncew) û pêdiviya mezin a şoreşa sosyalîst de ava dike.

Ya herî girîng, em vê yekê bi daxwaza pejirandina taktîkên têkoşîna çînî di tevgera girseyî ya kedkar û bindestan de dikin. Lê em nikarin Panteran wekî xwe li sala 2026an kopî bikin û bidin ser hev. Divê em hem ji serkeftinên wan û hem jî ji xalên ku tê de têk çûne dersên stratejîk derxin.

Panteran di nav beşên herî xizan de xwe birêxistin kirin: yên ku ji aboriya fermî hatine derxistin, bêkar û yên ku tiştekî wan ê windakirinê herî kêm e. Ev beşê nifûsê dikaribû bi tundî têbikoşe û wisa kirin jî. Lê belê ev qatên çînî bi serê xwe ne di rewşekê de ne ku şêwazê xebata kapîtalîzmê—yanî xebata bi riya hilberîn û qezencê—rawestînin. Bêyî hêzeke birêxistinkirî di asta cihê kar de, berxwedana herî milîtan jî dikare were tepisandin.

Armanc ne ji nû ve afirandina sala 1966an e. (Helbet divê mirov li ser DYAyê ya Trump û serdestiya spiyan jî bifikire). Armanc ew e ku wêrekî û zelaliya wê demê, bi xebatên girseyî yên bi sebir û kokdar ên ku hêza mayînde diafirînin re were yekkirin.

Mercên li taxê dikarin berxwedanê bidin destpêkirin. Zext dikare dem bi dem zelaliya siyasî peyda bike. Lê belê têkoşînên ku dê bi rastî guherînê biafirînin, li wan deran pêk tên ku sermaye her roj xwe ji nû ve hildiberîne. Cihê ku hêz lê tê avakirin ew der e. Cihê ku pergal dikare lê were xera kirin, tam ew der e.

 

Van jî bibîne

 

Li nêzîkî Hewlêrê bi 3 dronan êrişî baregeheke PAKê hat kirin
Li Peyasê Serlêdanên Kursên Belaş ên BESYO û Lîseya Sporê Dest Pê Kir

Nûçeyên Sereke