Hevpeyvîn: Ji Serhildana 1925’an Heta Îro – Nirxandina Doza Şêx Seîd

Nûçe

AMED (Nûpel) – Serokê Komeleya Şêx Seîd, Mehmet Kasim Firat di nirxandina xwe ya li ser 100 saliya Serhildana 1925’an de diyar kir ku polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletê hîn jî berdewam dikin û got, “Ew ji miriyan jî ditirsin, lewma cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî eşkere nakin.”

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, têkildarî dîroka Serhildana 1925’an, nîqaşên li ser nasnameya dozê, pirsgirêka gorên winda û geşedanên siyasî yên dawî ji Nûpel TV re axivî. Firat bal kişand ser peywendiya di navbera zîhniyeta sed sal berê û rastiya siyasî ya îro de.

Nûpel Tv: Dema em li 100 sal berê dinêrin, di navbera sedemên sereke yên Serhildana 1925’an û rastiya siyasî ya îro de hûn çi peywendiyê dibînin?

M.Kasim Firat: Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku zîhniyeta desthilatdar a li hemberî Kurdan beriya sed salî çi be, îro jî heman e. Tu cudahî nîn e; Komara Tirkiyeyê li ser îmha û înkara Kurdan hatiye avakirin. Ev yek bi awayekî fermî di meha Adara 1924’an de di Meclîsê de jî hat tescîlkirin; bi dirûşma “yek netewe, yek milet û yek dewlet” biryara xwe nû kirin. Şêx Seîd û hevalên wî wê demê bi awayekî fermî gotin: “Em hene, mafê me heye, em Kurd in û em xwediyê vê erdnîgariyê ne.” Ji ber vê yekê serhildan pêk anîn. Gundî, elewî, sunnî, feqîr û zengîn, her kesî bi daxwaza “em xwedî welat in” beşdarî vê dozê bûn. Îro jî pergal bi heman zîhniyetê dibêje “Kurd Kurdên me ne” û hebûna Kurdan bi xwe ve girê dide. Lê em hêvîdar in ku di cîhana nû de mafên Kurdan werin naskirin; dîsa jî divê em hişyar bin û hesabê xwe rast bikin.

Nûpel Tv: Di dîroka fermî ya dewletê de ev serhildan her tim wekî “serhildaneke olî” an “paşverû” tê nîşandan. Wekî malbat û Komeleya Şêx Seîd, hûn vê wekî kîjan nasnameyê pênase dikin: Neteweyî, olî, an her du?

M.Kasim Firat: Ev lîstikên desthilatdariyê ne ku navê “olî” û “paşverû” lê dikin. Di rastiyê de, ol bi xwe bi neteweyekê re têkildar e. Em Kurd in û ola me Îslam e, lê em ji hemû baweriyan re rêzdar in. Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di dema komkujiya Ermeniyan de li wan xwedî derketine. Birayê wî Şêx Badîn û apê wî Şêx Hesen li Xarpêtê daxuyanî dane û li dijî qetlîama Ermeniyan derketine; gotine ku “em vê qebûl nakin, mafê tu kesî nîn e vê qetlîamê rewa bike.” Lê belê, her tim diyar kirine ku Kurd û Kurdistan “xeta wan a sor” e.

Nûpel Tv: Bandora Şêx Seîd û hevalên wî li ser hişmendiya neteweyî ya Kurdên îro çawa ye?

M.Kasim Firat: Cîhan guheriye û hişmendiya wê demê bi ya îro re hinekî cuda ye. Îro têgehên wekî “biratiya gelan” û “biratiya ummetê” tên pênasekirin. Em bi mezlûmiyeta Kurdan bawer in. Li Rojhilata Navîn Kurd hatine înkarkirin; ji ber wê em biratiya gelan û ummetbûnê jî baş dibînin, lê divê samîmiyet hebe. Pêşî divê hebûna me were qebûlkirin, paşê em dikarin bibin bira.

Nûpel Tv: Heta îro ji bo eşkere kirina cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî gelek serlêdanên hiqûqî hatin kirin. Rewşa dawî ya van dozan di çi astê de ye? Dewlet çima hîn jî ji eşkere kirina goran ditirse?

M.Kasim Firat: Di bingeha Komarê de îmha û înkar heye. Çawa ku berê hebûna wan înkar kirin, îro jî gorên wan înkar dikin. Wekî komele û baro, me doz vekir lê daxwaza me hat redkirin. 47 însan îdam kirine, lê dibêjin “em nizanin gorên wan li ku ne.” Ev nîşaneya tirsa wan e; ew ji miriyan jî ditirsin. Em bi rêya dozgeriyê, çi li vir çi li Ewropayê (DMME), doza xwe dişopînin û li nirxên xwe xwedî derdikevin. Pêvajoya mehkemeyê niha jî berdewam dike.

Nûpel Tv: Di van rojên dawî de nîqaşên li ser “Pêvajoyeke nû ya aştiyê” tên kirin. Hûn van geşedanan çawa dinirxînin? Gelo zemînekî samîmî heye?

M.Kasim Firat: Tiştê ku tê dîtin ew e ku samîmiyet nîn e. Lê Kurd hişyar in û di her serhildanê de serbilind bûne. Aştî ne teslîmbûn e; aştî ew e ku mafên her kesî yên înkarkirî werin naskirin. Însanên me bi sedhezaran şehîd dane. Heger aştiyek adîlane û mayînde neyê avakirin û mafên Kurdan bi eşkereyî neyên tescîlkirin, ev tenê dibe “agirbestek” ku çend salan bikişîne û dûre rewş dîsa xira bibe. Divê aştî bi rûmet be. Em di tevgerên dewletê de samîmiyetê nabînin, lê dîsa jî hêviyên me hene.

Nûpel Tv: Birêz Ocalan, dewlet, an jî partiyên siyasî yên mîna DEM Partî; di vê hevkêşeya nû de hûn girîngiyê didin kîjan xalê?

M.Kasim Firat: Xwediyê projeyê yek e û merkezî ye. Gava kesekî wekî Dewlet Bahçelî rabe destê xwe bide bin kevir û di vê meselê de wekî aktorekî cih bigire, ev ne tiştekî ji rêzê ye. Heger qelsiyek hebe, ew di nav dewletê de ye. Kurdan çek danîn, partiyên xwe fesh kirin; yanî Kurdan her tim erkên xwe pêk anîne. Lê dewlet hesabên xwe yên siyasî dike û gavên berbiçav navêje. Divê dewlet samîmiyeta xwe bi kirinên xwe nîşan bide. Di vê mijarê de lîstikên navneteweyî û “destên qirêj” jî hene, lewma divê em bi hesasî tevbigerin.

Nûpel Tv: Hûn peyama Şêx Seîd a “Azadî û rûmetê” û daxwazên aştiyê yên îro çawa digihînin hev?

M.Kasim Firat: Şêx Seîd ne ji bo berjewendiyên şexsî, lê bi awayekî rêxistinî, bi can û malbata xwe ve di nav cengê de cih girtiye. Di peyama wî de nirxên navneteweyî û parastina hiqûqê heye. Tenê negotiye “ez Kurd im”, însaniyet di fikrê wî de bingehîn bûye. Wî mafê hemû mexlûqatan parastiye. Taybetmendiya Şêx Seîd ew bû ku tu carî teslîm nebû; bi tevahiya malbat, xwarzê, zava û dostên xwe ve di nav têkoşînê de bû. Serhildana wî rûmetek e ku bi awayekî fermî dest pê kiriye û meseleya Kurdan ji asta sinifî û îdeolojîk gihandiye asta neteweyî. Ev xal pir girîng e. Bavê min, Şêx Elî Riza efendî digot: “Me doz ji asta sinifî derxist û tevahiya Kurdan bi hev ve girê da.”

Nûpel Tv: Wekî komele di pêşerojê de çi plansaziyên we hene?

M.Kasim Firat: Di plansaziya me de avakirina zanîngehekê, çêkirina belgefîlman û komkirina belgeyên rast ên ji devê malbatan hene. Mixabin di vê mijarê de em hinekî lawaz man. Em gel in, însanên me feqîr in û derfetên me sînordar in. Lê daxwaz û plansaziyên me yên bi vî rengî hene. Heger em van nekin û tenê wekî “nav” bimînin, ev kêmasiyeke mezin e.

Nûpel Tv: Ji bo gelê Kurd û rêxistinên Kurd banga we ya neteweyî çi ye?

M.Kasim Firat: Her kes hesabê partî û rêxistina xwe dike; divê ev hesab êdî neyên kirin. Divê em di bin sîwana yekîtiya neteweyî de werin cem hev. Di encamê de em hemû dimirin; çi zengîn çi feqîr, îro em hene sibê tune ne. Lazim e em li hemû nirxên xwe xwedî derkevin, li hemberî hev rêzdar bin û zimanekî avaker bi kar bînin. Divê em xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derkevin. Heger partiyên me bi fedakarî û tolerans tevbigerin, ez bawer dikim ku dê rojên xweş bibin para me. Sey Rîza çi kiribe, Şêx Evdilqadir ew kiriye, hemûyan ji bo gel û neteweya xwe canê xwe dane.

 

 

Van jî bibîne

 

Nêçîrvan Barzanî: “Ruhê Welatparêziyê û Hezkirina Welêt Geş Bikin”
Veysi Varli: Di Rewşa Rîtmîk de Vebêjiya Serbest

Nûçeyên Sereke