Di Doza Gulistan Doku de Pêşveçûna Mezin: Cihê Gora wê û Çeka ku pê hatiye kuştin Hatin Dîtin

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku di dosyeya Gulistan Doku de bi saya şahidekî nihênî cihê gora wê hatiye dîtin û parêzgarê berê yê Dersîmê Tuncay Sonel hatiye girtin.

Wezîrê Dadê Akin Gurlek, beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê dosyeya Gulistan Doku de ku ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve li Dersîmê winda bû, agahiyên girîng û nû parve kirin. Gurlek diyar kir ku dosyeya ku bi salan e nehatibû çareserkirin, bi saya şahidekî nihênî yê sala 2025’an derketî holê, ber bi encamê ve diçe.

“Cihê Gorê û Çeka Ku Pê Hatiye Kuştin Li Hev Hatin”

Wezîr Gurlek destnîşan kir ku li gorî îfadeyên şahidê nihênî, termê Gulistan Doku û çeka ku pê hatiye kuştin di bin erdê de hatine dîtin. Gurlek wiha got:

“Şahidê nihênî cihê gorê nîşan da û ji wir nimûne hatin wergirtin. Ew çeka ku pê hatibû kuştin jî li gel term hatibû binaxkirin. Her çend çek zeng girtibe jî, delîl û gotinên şahid sedî sed li hev hatin û rapora fermî hat amadekirin.”

Parêzgarê Berê Tuncay Sonel Hat Girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Erziromê ve tê birêvebirin de, Parêzgarê berê yê Dersîmê Tuncay Sonel hat girtin. Gurlek li ser vê mijarê diyar kir ku di hiqûqê de nasnav û meqam derbas nabin û her kes li pêşberî qanûnê wekhev e. Hat ragihandin ku îfadeyên polîsekî yên derbarê parêzgar de jî di dosyeyê de cîh girtine.

Delîl bi Zanebûn Hatine Veşartin

Wezîrê Dadê aşkere kir ku di dema bûyerê de veşartina delîlan bi zanebûn hatiye kirin. Gurlek bal kişand ser van xalên krîtîk:

SIM Karta Gulistan Doku: Ji aliyê polîsên taybet ve hatiye desteserkirin û agahiyên tê de hatine jêbirin.

Tomarên Nexweşxaneyê: Tomarên wê demê bi zanebûn hatine jinavbirin.

Ji bo Umut Altaş “Bultena Sor”

Gurlek her wiha da zanîn ku gumanbarê sereke Umut Altaş ku reviyaye Amerîkayê, ji bo girtina wî “Bultena Sor” hatiye derxistin û ji bo radestkirina wî daxwaza fermî ji Amerîkayê re hatiye şandin.

Gurlek di dawiya axaftina xwe de got: “Armanca me ya sereke ew e ku malbata wê herin ser gora wê duayan bikin û tawanbar hemû werin cezakirin.”

Van jî bibîne

 

128 Sal Di Ser Rojnamegeriya Kurdî Re Derbas Bûn
Trump Êrişên li Ser Îranê Rawestandin: Agirbest Hat Dirêjkirin

Nûçeyên Sereke