DERSÎM (Nûpel) – Xwendekarên Zanîngeha Mûzirî ya Dersîmê, ji bo balê bikşînin ser neheqiya di dosyaya Gulîstan Doku ya ku sala 2020an de winda bûbû de, li hev civiyan. Xwendekaran di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de destnîşan kirin ku ew ê li dijî bêdengî û polîtîkaya bêcezahiştinê ya ku şeş sal in didome, têkoşîna xwe bidomînin.
Xwendekarên Zanîngeha Mûzirî diyar kirin ku reşkirina delîlan û hiştina lêpirsînê di nav gumanan de “tercîheke polîtîk” e; wan da zanîn ku ew vê tarîtiyê qebûl nakin û gotin: “Bûyera Gulîstan Doku meseleyeke edaletê û têkoşîneke polîtîk e.”
Xwendekaran li ber avahiya Edliyeyê ji bo Gulîstan Doku ya ku di 5ê Çileya 2020an de hat windakirin, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku gelek xwendekar beşdar bûn de, pankarteke ku wêneyên Gulîstan Doku û xwendekara Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş a ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, hat vekirin.
Rojîn Îdaci ya ku daxuyanî xwend, diyar kir ku armanca wan hem piştgiriya malbata Doku ye, hem jî bal kişandina ser pêvajoya lêpirsînê ye. Îdaci pêvajoya windabûna Gulîstan Doku bi bîr xist û got: “Hevala me ya li ser heman maseyê Gulîstan Doku, di sala 2020an de piştî ku ji yûrdê derket, agahî jê nehat girtin. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku Gulîstan beriya windabûnê bi demekê li ber kafeyekê bi hevalê xwe yê berê Zainal Abakarov re nîqaş kiriye û sînyala dawî ya telefona wê li ser Viyadûka Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê hatiye girtin. Paşê, Waliyê wê demê Tuncay Sonel bi zimanekî teqez gotibû ku Gulîstanê întîhar kiriye û soz dabû ku dê cenazeyê wê bê dîtin û radestî malbatê bê kirin.”
“Tercîheke Polîtîk a Bihiş e”
Rojîn Îdaci pirsî û got: “Em ji roja ewil ve dipirsin; li Dersîmê ku her der bi kamerayan tê şopandin, çawa dibe ku Gulîstan nayê dîtin?” û wiha berdewam kir:
“Derbarê windabûna Gulîstan Doku de, piştî 6 salan operasyonên binçavkirinê her çend ji bo pêşveçûna dosyayê giring bin jî, gumanên mezin ên ku nîşan didin pêvajoya lêpirsînê heta îro bi awayekî çalak û bi baldarî nehatiye meşandin, ji holê ranakin. Tevî ku sal derbas bûne jî hiştina dosyayê di nav gumanan de, reşkirina delîlan û nemeşandina lêpirsîneke çalak ne îhmalkarî ye; tercîheke polîtîk a bihiş e. Ev tercîh encama pergalekê ye ku mafê jiyanê yê jinan naparêze, berevajî vê yekê wan bêewle dihêle.”
“Jin Winda Nabun, Tên Windakirin”
Îdaci axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku; jin winda nabin, tên windakirin. Faîl tên parastin, edalet bi awayekî sîstematîk tê derengxistin û her roj ev polîtîkaya bêcezahiştinê rê li ber sûcên nû vedike. Zanîngeh, kolan û qadên jiyana me ji bo me dibin neewle. Jineke ciwan winda dibe û bi salan e tu rayedar hesabekî rast nade. Em ji vir dipirsin; kesên ku 6 sal in dibêjin ‘întîhar e’ û hêza xwe ya qamûyê ji bo veşartina sûcdaran bikar tînin, ferman ji kê girtine? Kesên ku di vê demê de delîl reş kirine û bûne sedema derengketina edaletê, ferman ji kê girtine?”
“Em Vê Tarîtiyê Qebûl Nakin”
Rojîn Îdaci di dawiyê de diyar kir ku bûyera Gulîstan Doku têkoşîneke polîtîk e û got: “Ji bo hemû jinên ku aqûbeta wan di tariyê de hatine hiştin, bi taybetî Gulîstan û Rojîn, heta ku sûcdarên rastîn bên cezakirin û kesên bûyerê vedişêrin derkevin holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ji vir bi eşkereyî dibêjin: Tarîtiya di dosyaya Gulîstan Doku de, tarîtiya vê pergalê ye. Em vê tarîtiyê qebûl nakin. Heta berpirsiyar bên darizandin û rastî derkevin holê, em ê têkoşînê mezin bikin. Em ê dest ji vê dosyayê bernedin. Ji ber ku ev ne tenê meseleya Gulîstanê ye, ev meseleya mafê jiyanê yê jinan e.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmên wekî “Malbata Doku ne bi tenê ye”, “Gulîstan Doku li ku ye?”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bibe dengê Rojînê” hatin berzkirin. Xwendekaran ji ber edliyeyê heta xwarinxaneya zanîngehê bi dirûşman meşiyan.
/Çavkanî: Pîrha/









