🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li Meraşê, derbarê bavê xwendekarê pola 8’an İsa Aras Mersinli ku 9 kes kuştibûn, agahiyên nû û balkêş hatin eşkere kirin. Hat zanîn ku navê bavê wî, Midûrê Ewlehiyê yê Pola Yekem Ugur Mersinli, berê di dosyayeke xapandineriyê de derbas bûye.
Di Polîgonê de Perwerdeya Nîşangiriyê Daye Kurê Xwe
Lêpirsîna derbarê êrîşa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li navçeya Sibatokê berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de dîmenên nû yên êrîşkar derketin holê:
Çekên Bavê Xwe Bikaraniye: Hat piştrastkirin ku êrîşkar di dema girtina ser dibistanê de çekên bavê xwe bikar aniye.
Dîmenên Polîgonê: Di dîmenan de tê dîtin ku bavê wî Ugur Mersinli, kurê xwe biriye polîgonê û perwerdeya gulebaranê daye wî.
Rêberiya Bav: Di vîdyoyê de tê dîtin ku bavê polîs li serê kurê xwe disekine û nîşanî wî dide ka dê çawa nîşan bigire û gulebaran bike.
Bav Ugur Mersinli piştî îfadeya xwe ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Berê li Amedê Kar Kiriye
Hate ragihandin ku Ugur Mersinli, wekî serperiştiyê polîsan û midûrê ewlehiyê yê pola yekem, di salên 2020’an de li Amedê wekî Midûrê Şaxê Îstîxbaratê peywir girtiye. Ji ber ku hevjîna wî ji Meraşê ye, wî tayîna xwe ji Amedê xwestiye û çûye wê derê.
Têkiliya bi Çeteyan re û Doza 1996’an
Aliyekî din ê balkêş ê nûçeyê jî paşxaneya hiqûqî ya Ugur Mersinli ye. Hat tespîtkirin ku Mersinli di sala 1996’an de bi îdiaya “endamtiya çeteya xapandineriyê” hatiye darizandin. Ev agahî nîşan dide ku di dema borî de jî navê wî ketiye nav karên krîmînal.










