NÛPEL – Di 2’yemîn Fûara Pirtûkan a Erxeniyê de, nivîskarên kurd Mem Bawer, Zozan Gulan û Feradê Dengizî ji Nûpel TV re axivîn. Nivîskaran bal kişandin ser xetereya li ser zimanê kurdî, rola malbatê û girîngiya fermîbûna ziman.
Di çarçoveya çalakiyên pirtûkan ên li Erxeniyê de, sê nivîskarên kurd di derbarê paşeroja zimanê dayikê û asîmîlasyonê de hişyariyên girîng dan. Her sê nivîskaran jî destnîşan kirin ku parastina ziman ne tenê bi pîrozkirina rojan, lê bi jiyanîkirina wî ya di her qadê de pêkan e.
Mem Bawer: ‘Ziman Ber bi Mirinê ve ye, Berpirsiyar Malbat in’
Weşangerê Morî Pirtûkê Mem Bawer, di çarçoveya 2’yemîn Fûara Pirtûkan a Erxeniyê de fikarên xwe yên li ser paşeroja zimanê kurdî anî ziman û bal kişand ser rola krîtîk a malbatan.
Di hevpeyvîneke bi Nûpel TV re, Mem Bawer destnîşan kir ku tevî dê û bav bi kurdî dizanin jî, bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê napeyivin. Bawer diyar kir ku ev yek encama asîmîlasyonê ye û got: “Sebebê ku zarok bi kurdî napeyivin û naxwînin, malbat in. Heger hişmendiyek çênebe, ev nifşê nû piştî 20 salan dê nikaribe bi zimanê xwe biaxive.”
Tesîra Teknolojiyê û Pandemiyê
Bawer bal kişand ser leza guherîna dinyayê û destnîşan kir ku teknolojî û hişê çêkirî pêvajoya windabûna zimanan bileztir kiriye. Li gorî daxuyaniya wî, tiştên ku berê di 50 salî de diguherîn, niha di 4-5 salan de diguherin. Bawer her wiha îdia kir ku pêla pandemiyê bi zanebûn hat belavkirin û vê pêvajoyê civak ber bi dîjîtalbûneke mezin ve bir, ku ev yek jî derbeke giran li ziman dixe.
Bang li Malbatan: ‘Ji Zarokan re Bixwînin’
Weşanger Mem Bawer derbarê girîngiya pirtûkên zarokan de ev xalên girîng parve kirin:
• Kategoriyên Temen: Berê pirtûkên zarokan di sê kategoriyan de bûn, niha bûne çar. Temenê destpêkirinê ji 3 salî daketiye 2 salî.
• Binhişê Zarokan: “Ne mecbûr e zarok bixwîne; divê dê û bav her şev ji zarokan re bixwînin da ku ziman bikeve binhişê wan.”
• Pirtûkên bi Wêne û Fabl: Bawer diyar kir ku çîrokên wekî Şengê û Pengê yan Pîrê û Çûçê (fabl) ji bo perwerdehiya zarokan û hezkirina pirtûkan amûrên herî bi bandor in.
Bandora Fûara Erxeniyê
Bawer vekirina deriyên Erxeniyê ji bo fûarê wekî gaveke dîrokî û çandî nirxand. Wî anî ziman ku fûar dibin sedem ku zarok nivîskaran nas bikin û têkiliyê bi wêjeyê re deynin. Di dawiya axaftina xwe de, Bawer destnîşan kir ku heger pirtûk neyên xwendin û nekevin nav malan, keda wan bêwate dimîne.
Mem Bawer di dawiya peyama xwe de, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê kurd pîroz kir.
Zozan Gulan: Ziman ne tenê bi dayikê, bi fermîbûnê dê bê parastin
Nivîskar Zozan Gulan diyar kir ku rewşa îro ya zimanê Kurdî di xetereyê de ye û got: “Barê parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî dixin ser milê jinê; lê belê tenê bi dayikê nabe, divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Dema ziman ne fermî be, zarok ji zimanê xwe şerm dikin û wî ji bîr dikin.”
Nivîskar Gulan, li Pêşangeha Pirtûkan a Erxeniya Amedê derbarê zimanê Kurdî de ji Nûpel TV’yê re axivî:
Rewşa awarte ya ziman
“Li cem me gotinek heye: ‘Her der Kurdî, her cih Kurdî, her mal Kurdî.’ Lê belê dema em li civakê, li zarokan û ciwanan temaşe dikin, di aliyê ziman de mixabin rewşeke awarte heye. Di vê astê de bareke zêde dikeve ser milê me. Bi dîtina min, wendanebûna ziman û zindîmayîna wî bi saya nivîskar, xebatkar û zimanzanên Kurdî ye. Li aliyê din, ziman hebe jî xwendina bi Kurdî nîne.
Bi hatina 15’ê Gulanê re çalakiyên ziman dest pê dikin; lê divê axaftina me ya Kurdî û xebatên me bi vê rojê re sînordar nemînin. Divê em girîngiya herî zêde bidin ziman, ji ber ku ziman nasname ye. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hişmendiya xwe ye. Heke tu zimanê xwe nezanî, tu tune yî.”
Roleya dibistanê û fermîbûnê
“Tim dibêjin di ziman de bar li ser milê dayikê ye, lê bi dîtina min ne wisa ye. Di parastina ziman de roleke girîng a dibistanê jî heye. Li malê dayik çiqas Kurdî fêrî zarokan bike jî, dema ew dest bi dibistanê dikin, Kurdiya xwe ji bîr dikin û carinan ji axaftina wî şerm dikin. Heke li dibistanan fermiyeta zimanê Kurdî hebûya, dê zarokan bi awayekî ji xwe bawer bi wî zimanî biaxiviyana û ew ji bîr nekiribana.
Îro li ser standan ez rastî rewşeke wiha hatim: Dema zarok pirtûkên Kurdî hildidin, mezinên bi wan re hatine dibêjin: ‘Wê pirtûkê deyne, tu bi Kurdî nizanî.’ Ev helwest di hişê zarokan de dimîne û dibe sedem ku ew paşve gavan biavêjin. Hinek xwendin hebe jî, lê ev têr nake.”
Girîngiya çalakiyan û siyaseta Kurdî
“Fuara ku şaredarî bi rê ve dibe gelek baş e û her sal baştir dibe. Li vir tişta herî baş ew e ku fuar li qadên vekirî tê lidarxistin. Divê çalakiyên hunerî, panel û fuar bêhtir li derve û di nav gel de çêbibin. Bi vî rengî dê bandoreke mezin li ser zarok û ciwanan bike.
Di siyaseta Kurdî de, kesên bi Kurdî nizanin divê erkê negirin. Em dibêjin bila ziman pêşve biçe, lê siyasetmedarên me vê yekê paşguh dikin. Heke ew bi Kurdî biaxivin û karê xwe bi Kurdî bimeşînin, dê bêhtir dilê Kurdan bigirin.”
Feradê Dengizî: “Parastina Zimanê Kurdî Berpirsiyariya Malbatan e”
Nivîskar Feradê Dengizî bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî girîngiya zimanê zikmakî û xebatên dîrokî yên li ser gramera Kurdî nirxand. Dengizî bal kişand ser rola malbatê û diyar kir ku parastina ziman beriya her tiştî di nav malê de dest pê dike.
Mîrasa Celadet Alî Bedirxan û 15’ê Gulanê
Nivîskar Feradê Dengizî di axaftina xwe ya ji bo Nûpel TV’yê de, bal kişand ser xebatên mîrê zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan. Dengizî anî ziman ku Bedirxan piştî Serhildana Agiriyê girîngiya ziman ji siyasetê zêdetir ditiye û wiha got:
“Celadet Alî Bedirxan ferq kir ku tesîra ziman li ser civak û gelan ji siyasetê qewîmtir e. Lewre jî xebata ziman ji xwe re kir derd. Ger îro em dikarin behsa gramera Kurdî bikin, ev ji xêra xebatên wî re ye.”
Dengizî her wiha bi bîr xist ku 15’ê Gulanê ji aliyê TZP’ê (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) ve wekî Cejna Zimanê Kurdî hatî qebûlkirin û ev roj bi qasî hebûna gelê Kurd girîng e.
“Ziman Hebûn û Pênaseya Me Ye”
Dengizî destnîşan kir ku ziman, dîrok û hebûn pênaseya neteweyekê ne. Wî diyar kir ku her çiqas pergalên serdest û mêtinger bixwazin ziman qedexe bikin jî, ew nikarin peyvê qedexe bikin. Dengizî destnîşan kir ku çawa hebûna ziman girîng e, parastina wî jî bi heman awayî erkeke neteweyî ye.
Bangawazî ji bo Malbatan: “Binafsê, Malbat Ocaxa Kurdewariyê ye”
Di nûçeyê de xala herî balkêş, rexne û pêşniyarên Dengizî yên ji bo rewşa malbatên Kurd bûn. Dengizî diyar kir ku barê herî giran dikeve ser milê dayik û bavan û wiha dewam kir:
Rewşa Kambax: “Em di rewşeke wusa de ne ku dayîkên bi Tirkî nizanin, zarokên ku bi Kurdî nizanin mezin dikin. Ev rewşeke kambax e.”
Rola Dayikan: Her çiqas sazî û dibistan hebin jî, bingeha ziman di malê de tê avêtin.
Peyama Dawî: “Pêwîst e dayîk û bav xwe bikin ‘ocaxa Kurdewarî’ û di her qada jiyanê de xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Nivîskar Feradê Dengizî di dawiya axaftina xwe de, Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kir û bang kir ku ziman ne tenê di rojên taybet de, di her kêliya jiyanê de were axaftin.










