🔴NÛPEL – Hinek xeyal hene ku mirov bi salan di hundirê xwe de xwedî dike; dîtina gundê Kiwêxê û pîrozkirina cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Êzidiyan, ji bo min tam xeyaleke wisa bû. Piştî çend mehên ku me bi hevala xwe Medyayê re nûçe dişopandin, me biryar da ku em berê xwe bidin herêma Hezexê, ber bi “Laleşa Biçûk” ve.
Rêyeke bi Asteng û Planên ku Serûbin Bûn
Amadekariyên me ne hêsan bûn. Kêmasiya alavên teknîkî hebû, lê hevalê min ê dilsoz Elî ku li Cizîrê dijî got: “Ez ê alavên pêwîst ji we re amade bikim.” Lê belê, di rêwîtiyê de her tim hesabê malê li bazarê nedihat. Saeta erebeya Hezexê û wextê me li hev nekir. Piştî çend telefonan, me xwe gihand hevala min Gulistan ku di demeke nêz de wekî Hevseroka DEM Partiyê ya Nisêbînê hatibû hilbijartin. Dema me bihîst ku ew jî dê wekî rêxistina navçeyê ligel parlamenterên Mêrdînê beşdarî pîrozbahiyê bibin, me saet di 20:00an de bîlêtên xwe birîn û ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
Nîvê şevê em gihîştin Nisêbînê. Li mala Gulistanê me plan dikir ku sibê zû li gundê Kiwêxê bin. Lê agahiyeke şaş, planên me serûbin kirin: Me fêm kir ku bernameya wan ne li Kiwêxê, lê li gundê Bacînê yê Midyadê ye! Diviya em li dora saet 10:00an li cihê pîrozbahiyê bin. Em li Nisêbînê asê mabûn. Di wê kêliyê de min ji Medyayê re got: “Sekan be, em ê rêyekê bibînin.” Bi alîkariya Mesûd, kekê Gulistanê, me ji bo sibê zû taksiyeke ticarî eyar kir. Serê sibehê saet di 09:00an de, şofêr Şêxmûs em ji Nisêbînê girtin û di rêya wek tayek mû de ku li aliyê me yê rastê Qamişlokê li aliyê çepê Çiyayê Bagokê hebû de ber bi xeyalên me ve bir û em gihandin gundê Kiwêxê.
Li Kiwêxê: Xalxalok û Hêviyên li Ber Darên Mirazan
Dema em gihîştin binê gund, dîmenekî mîna tabloyên kevnar li pêşiya me bû. Malbat li ser xalîçeyên li ser axê raxistî taştê dixwarin. Li wir em rastî nasên Medyayê yên Goyî hatin û em bûn mêvanê sifreya wan. Zarokên wan li dora me bûn. Min li wir kulîlkên biharê bi wan dan naskirin û lîstika xalxalokê nîşanî wan da. Dengê kenê zarokan di nav gundê Kiwêxê de olan dida.
Piştî taştê, me berê xwe da jora gund. Perestgeha pîroz li serê gir mîna teyrekî baz ê heybet disekinî. Mirovên ku bi baweriyeke kûr hatibûn wir, perçeyên qumaş li darên mirazan girê didan û kevirên biçûk datanîn ser gorên pîroz. Ez di nav wê atmosfêra mîstîk de, li “Laleşa Biçûk” a xeyalên xwe de bûm. Me bi Medyayê re çend hevpeyvîn bi beşdarên pîrozbahiyê re çêkirin û me bîranînên bêhempa kom kirin. Her çiqas “jammar” (sînyalbir) hebûn û şebekeya telefonê tune bû jî, ruhê wê derê têra me dikir. Tenê pirsgirêkek hebû: Di nav wê qelebalixê de min her carê Medya winda dikir, lê bi saya porê wê yê sor, min ew mîna nîşanekê “Kulîlka Zel” di nav girseyê de dîsa didît. Di pîrozbahiyê de Şêxekî Êzidî li ser taybetmendiya Çarşema Serê Nîsanê axaftineke têr û tije kir ku tu carî ji bîra min naçe. Xwezî her oldar ewqas zana bûna; wê çaxê teqez dê dinya xweştir bûna.
Xemgîniya di Nav Kêfê de
Di dawiya pîrozbahiyê de, diviya Medya bi nasên xwe re ber bi Cizîrê ve bi rê biketa. Lê mixabin di wê hengameyê de telefona wê ji destê wê ket û ekrana wê parçe parçe bû. Min xemgîniya di çavên wê de didît; her çiqas nedixwest bide der jî, dilê wê li ser telefona wê mabû. Min bi gotina “Em ê yeka nû ji te re bistînin” hewl da dilê wê xweş bikim.
Piştî ku Medya bi hevalên Goyî re çû, min xwest ez jî bi Dengbêj Kerimê Jîrkî û hevalên wî re biçim Cizîrê, lê ji ber tunebûna şebekeyê min Apê Kerim winda kir. Bêçare ez derbasî ser rê bûm û min dîsa taksiyek girt; vê carê berê xwe da pîrozbahiya gundê Bacînê yê Midyadê. Dema ez gihîştim cihê pîrozbahiyê, dayikekê ez pêşwazî kirim û got: “Bi salan e ez te di TVyê de temaşe dikim.” Gelek dûayên xêrê li min kirin. Min pirsî, got navê wê Emîna ye û ji gundê Mêndera yê Nisêbînê ye. Dayîka Emîna êşa canê xwe bi min re parve kir û got: “Sê birînên min hene; lawekî min şehîd e, lawekî min li çiyê ye û lawekî min jî di zindanê de ye.” Bi rastî êşa dayika Emîna êşeke pir alî bû. Wekî bîranîn min pê re wêneyek girt û me xatir ji hev xwest. Herî dawî min li Bacînê jî hinek dîmen girtin, nûçeyek amade kir û bi şandeya DEM Partiyê re vegeriyam Nisêbînê.
Roja Dawî: Ji Şîna Mehmet Çeviren Ber bi Amedê ve
Roja din, min bi şandeya rêxistina Nisêbînê re berê xwe da taziya Mehmet Çeviren ê ku di girtîgeha Bişêriyê de jiyana xwe ji dest dabû. Di rê de em bi heval Roj re ku keçikeke bi hestên kurdewarî tije bû, li ser xebatên çandî axivîn. Rojê ji min daxwaz kir ku ez çend pêşniyarên di warê çandî de jê re bikim. Piştî ku em gihîştin Dêrikê, di nav wê atmosfêra xemgîn de min nûçeya taziyê amade kir. Paşê ez û Hevserokê Sozderê Eyup Guven em derbasî Cafe ya Zezê bûn û min li wir pê re hevpeyvînek pêk anî.
Piştî van sê rojên têr û tije, bawerî, rêwîtî û hinekî jî westiyanê, min berê xwe da Amedê. Di kîsê min de ne tenê nûçe, lê hinek toza Kiwêxê, kenê zarokên xalxalokî û bîranînên Çarşema Serê Nîsanê hebûn.

/Mordem Zel/









