Şaşiya Zanistî ya ji Sala 1837 û Vir ve Hat Rastkirin: Serkeftina Mezin a Botanîknasê Kurd Dr. Mehmet Firat

NûçeXweza

🔴Çîrokeke ku ji Çiyayên Colemêrgê Dest Pê Dike û li Cîhanê Belav Dibe

NÛPEL – Ev riwek di cîhana zanistê de cara yekem bi navê Primula davisii hatibû naskirin û ji aliyê botaniknasê Skotlandî William Wright Smith ve di sala 1955’an de hat weşandin. Nimûneya tîpê (type specimen) ya vê riwekê, di 6’ê Tebaxa 1954’an de ji aliyê Peter Hadland Davis û Oleg Polunin ve li Kurdistanê, li Çiyayê Cîlo yê Colemêrgê, di bilindahiya nêzîkî 1700–1800 metreyan de hatibû berhevkirin. Ev cure tenê li Tirkiyeyê, bi taybetî di erdnîgariya Kurdistanê de li parêzgehên Colemêrg û Şirnexê şîn dibe; cureyekî endemîk û taybet e.

Şaşiya Mezin a ji Sala 1837’an û Vir ve

Cinsa Evotrochis ku di dîroka botanîkê de xwedî cihekî girîng e, her çend di sala 1837’an de cara yekem hatibe naskirin jî, di salên paşîn de hatibû jibîrkirin. Cureyên vê komê nêzîkî du sedsalan bi awayekî şaş di nava cinsa Primula de hatin nirxandin. Ev rewş ji sala 1837’an heta roja me, di cîhana zanistê de wekî qebûlekê berdewam kir û gelek lêkolîneran bêyî ku lê bipirsin ev şaşî dubare kirin.

Xebata Mezin a 15 Salan a Botaniknasê Kurd Dr. Mehmet Firat

Ev şaşiya zanistî ya kûr, ji aliyê botaniknasê Kurd ê navdar Dr. Mehmet Firat e di navbera salên 2006–2021’an de bi lêkolînên berfireh hat rastkirin. Dr. Firat her sal, bi taybetî di mehên Çile, Nîsan û Gulanê de, li seranserê herêma Colemêrgê; li çiya, gelî û latan geriya û lêkolînên xwe li ser erdê (fieldwork) bi xwe kir. Wî cure di cihên wan ên xwezayî de bi çavê serê xwe dîtin û lêkolînên kûr li ser wan meşandin.

Ev xebat ne tenê bi Tirkiyeyê sînor girtî maye; lêkolîn li welatên wekî Îran, Yemen, Erebistana Siûdî, Etiyopya, Hindistan, Nepal û Afganistanê jî hatin kirin. Dr. Firat li van welatan riwek ne tenê ji nimûneyên herbaryumê, lê her weha di xwezayê de bi awayekî zindî lêkolîn kirin, ew dan ber hev û bi vî rengî cihê wan ê rast di sîstematîkê de diyar kir.

Nasnameya Rast a Cureyan Derxistin Holê

Bi encamên van lêkolînan, cureyên ku demeke dirêj bi awayekî şaş dihatin nirxandin, ji nû ve hatin binavkirin:

• Evotrochis davisii (W.W.Sm.) Firat: Berê wekî Primula davisii dihat naskirin. Ev cure tenê li Colemêrg û Şirnexê tê dîtin.

• Evotrochis gaubaeana (Bornm.) Firat & Lidén: Li Îranê belav dibe.

• Evotrochis verticillata (Forssk.) Firat & Lidén: Li Yemen û Erebistana Siûdî tê dîtin.

• Evotrochis simensis (Hochst.) Firat & Lidén: Li Etiyopyayê belav dibe.

• Evotrochis floribunda (Wall.) Firat & Lidén: Li Hindistan û Nepalê şîn dibe.

• Evotrochis edelbergii (O.Schwarz) Firat & Lidén: Li Afganistanê tê dîtin.

Hemû ev cure bi awayekî zanistî di bin cinsa Evotrochis de hatin komkirin û sîstematîka wan a rast hat diyarkirin.

Hevkariya Navneteweyî

Ev xebat di sala 2021’an de bi hevkariya pisporê Swêdî Prof. Dr. Magnus Lidén hat nirxandin û bi hev re hat weşandin. Lê belê bingeha vê rastkirina mezin, xebatên demdirêj û lêkolînên sîstematîk ên Dr. Mehmet Firat in.

Rastkirina Dîrokî di Cîhana Zanistê de

Di encamê de, şaşiya zanistî ya cîhanî ku ji sala 1837’an û vir ve berdewam dikir, bi ked û xebata Dr. Mehmet Firat hat rastkirin. Bi vî rengî, nasnameya rast a vê koma riwekan û nexşeya belavbûna wan a li ser cîhanê cara yekem bi awayekî rast hat diyarkirin. Ev xebat ne tenê guhertina navekî ye, di heman demê de rastkirina şaşiyeke zanistî ya nêzîkî du sedsalan e ku di botanîka cîhanê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Wêne: Dr. Mehmet Firat

 

Van jî bibîne

 

Bulent Tekin: Partiya Kûçikê Bi Du Dûv (MKKP)
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo Hevdîtinan çûn Şamê

Nûçeyên Sereke