Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo Hevdîtinan çûn Şamê

Nûçe

🔴NÛPEL – Di geşedaneke siyasî ya girîng de, şandeyeke payebilind ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna rêzehevdîtinan gihîşt paytexta Sûriyeyê, Şamê.

Di şandeyê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî cih digirin.

Hevdîtin bi Hikûmeta Demkî re ne

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, armanca vê serdanê nîqaşkirina rewşa dawî ya welat û pêşeroja herêmê ye. Tê payîn ku Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re rûnên û li ser mijarên stratejîk danûstandinan bikin.

/Çavkanî: Rojnews/

Van jî bibîne

 

Şaşiya Zanistî ya ji Sala 1837 û Vir ve Hat Rastkirin: Serkeftina Mezin a Botanîknasê Kurd Dr. Mehmet Firat
Piştî 6 Salan Di Dosyaya Gulistan Doku de Geşedaneke Nû: 13 Kes hatin Binçavkirin

Nûçeyên Sereke