🔴AMED (Nûpel) – Di Trendyol Lîga 1’emîn de heyecaneke mezin heye. Amedspor, di rêya şampiyoniyê de derdikeve derve û li Stenbolê di maçeke mîna fînalê de dibe mêvanê Esenler Eroksporê.
Ev pêşbirka ku ji bo her du tîman jî xwedî girîngiyeke krîtîk e, dê çarenûsa lîgê diyar bike. Amedspor bi armanca serkeftinê û parastina cihê xwe amadekariyên xwe temam kirin. Alîgirên tîma kesk û sor bi kelecankî li benda vê maça girîng in.
Agahiyên Maçê:
Pêşbirk: Esenler Erokspor – Amedspor
Dem: Saet 20:00 (Bi dema Kurdistanê)
Cîh: Stadyuma Esenlerê/Stenbol










