🔴NÛPEL – Li gundê Stilîlê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê, DEDAŞê ceza li 375 kesan birî. Di nava van kesan de mirî ji hene.
Kompaniya Ceyranê ya DEDAŞê, li gundê Stilîlê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji bo 375 kesan bi qasî 12 milyon 369 lîra ceza birî.
Di navbera van kesên ceza lê hatine birîn de mirî û hinek kesên demek dirêje ji gund çûne hene.
DEDAŞê ji bo her kesekî 32 hezar û 984 lîra cezayê pere birî.









