NÛPEL – Ekolojîst Huseyin Akil bal kişand ser guhertinên ku ji ber projeyên HES (Santrala Hîdroelektrîkê) û GES (Santrala Enerjiya Rojê) li hewzeyên Dîcle û Firatê rû didin. Akil diyar kir ku rîska windakirina karaktera xwezayî ya hewzeyan, kêmbûna cihêrengiya biyolojîk û kûrkirina krîzên avê heye.
Li herêma ku hewzeyên Dîcle û Firatê, Geliyê Zapê û Hewzeya Arasê li xwe digire, projeyên HES û GES’an bêyî navber berdewam dikin; paşeroja hewzeyê jî bi rîska tunebûnê re rû bi rû ye. Di dema ku li hewzeyê 169 HES û 75 projeyên GES’an di qonaxa çalakiyê de ne, 43 projeyên HES’an di qonaxa lîsans/pêşlîsansê de û 77 projeyên HES’an jî di qonaxa plansaziyê de ne. Di warê GES’an de jî 20 proje di qonaxa pêşlîsansê de û 26 proje jî di pêvajoya çêkirinê de ne. Çemên Dîcle û Firatê ku wekî şahdamarên jiyanê yên Mezopotamyayê tên pênasekirin, ligel bi sedan rûbar û zozanên ku wan xwedî dikin, di bin zexta projeyên enerjiyê de rîska windakirina karaktera xwe ya xwezayî re rû bi rû ne.
Ekolojîst Huseyin Akil, li ser veguherîna li hewzeyên Dîcle û Firatê û bandorên HES û GES’an ên li ser ekolojiya herêmê nirxandin kirin.
Akil destnîşan kir ku hewzeyên Dîcle û Firatê ne tenê çavkaniyên avê ne, di heman demê de qada jiyanê ya bi hezaran cureyên zindî, çavkaniya debarê ya bi milyonan mirovan û hilgira mîrateya çandî ya bi hezaran salan a Mezopotamyayê ne. Akil diyar kir ku projeyên HES, bendav, GES, maden û projeyên din ên enerjiyê ku di salên dawî de li seranserê hewzeyê zêde bûne, zexteke mezin li ser vê ekosîstema giştî ava dike û weha got:
“Hewzeyên Dîcle û Firatê şahdamarên jiyanê yên Mezopotamyayê ne. Ev herdû çem û bi sedan rûbar, çem û zozanên ku wan xwedî dikin, ne tenê pergalên ku avê hildigirin; di heman demê de qada jiyanê ya bi hezaran cureyên zindî, çavkaniya debara milyonan mirovan û hilgira mîrateya çandî ya bi hezaran salan e. Lêbelê, projeyên HES, bendav, GES, maden û projeyên din ên enerjiyê ku di salên dawî de li seranserê hewzeyê zêde bûne, vê avahiya giştî bi giranî dixe bin rîskê. Nêrîna li ser pirsgirêkê tenê di ser projeyên yekane re ne bes e. Ji ber ku her projeyeke nû, barekî zêde tîne ser ekosîstema ku jixwe di bin zextê de ye. Bandora bendaveke ku li ser çemekî tê çêkirin tenê li wî xalî namîne; heta hewzeyên jêrîn ên çem, avên bin erdê, zozan û cihêrengiya biyolojîk dirêj dibe. Ji ber vê yekê, îro yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne ew e ku bandorên kûmûlatîf (giştî) bi têra xwe nayên hesibandin.”
Dîcle û Firat Karaktera Xwe ya Xwezayî Winda Dikin
Akil diyar kir ku bendavên ku li herêmê di çarçoveya hilberîna enerjiyê û polîtîkayên “ewlekariyê” de hatine avakirin, herikîna xwezayî ya çeman qut dike û weha axivî:
“Encama hevpar a bendavên ku li herêmê ji bo hilberîna enerjiyê an jî ji ber sedemên ewlekariyê hatine çêkirin, qutbûna herikîna xwezayî ya çeman û parçekirina girêdanên ekolojîk e. Li gelek geliyan qadên jiyanê yên xwezayî di bin avê de mane, li hinek herêman rêyên koçberiyê yên heywanên kovî guherîne û li hinek qadan jî xebata xwezayî ya ekosîsteman bi awayekî ku vegera wê zehmet e, xera bûye. Rîska herî mezin a li ser asta hewzeyê; windakirina karaktera xwezayî ya Dîcle û Firatê, kêmbûna cihêrengiya biyolojîk, zêdebûna rîska hişkesiyê û qelsbûna berxwedana herêmê ya li dijî krîza avhewayê ye. Dema ku ekosîstem wekî giştî werin nirxandin, bandora giştî ya van projeyan dibe ku di paşerojê de krîzên avê, windakirina jîngehan û hilweşînên ekolojîk bêtir berbiçav bike. Îro em dikarin bi eşkereyî bibînin ku rejîma herikîna xwezayî di gelek çeman de xera bûye. Çem êdî ne li gorî peryodên xwe yên demsalî, lê li gorî hewcedariyên hilberîna enerjiyê diherikin. Ev rewş ne tenê mîqdara avê, di heman demê de germahiya avê, mîneralên ku hildigire û fonksiyonên wê yên di nav ekosîstemê de jî diguherîne.”
Zozan û Herêmên Sifir Av rasterast Bandor Dibin
Akil da zanîn ku guhertinên di çeman de encamên giran li ser ekosîstemên avê çêdikin û got ku qadên jiyanê yên cureyên masiyan, zindiyên bêmasî û gelek cureyên ku girêdayî avê ne di bin xetereyê de ne. Akil got:
“Ev guhertin ji bo cureyên masiyan, zindiyên bêmasî û gelek zindiyên ku girêdayî avê ne û di çeman de dijîn, encamên giran tînin. Bi taybetî ji bo cureyên endemîk ên ku tenê di hewzeyên diyar de dijîn, rîsk pir mezintir e. Hinek ji van cureyên ku qadên jiyanê yên wan teng bûne an jî parçe bûne, bi rîska tunebûnê re rû bi rû ne. Zozan û qadên avî jî rasterast ji vê pêvajoyê bandor dibin. Lêbelê, zozan ji bilî ku ji bo çûkan qada stargeh û zêdebûnê ne, ekosîstemên girîng in ku karbonê depo dikin û wekî rêkûpêkerê avhewayê dixebitin. Ji ber guhertinên di rejîma avê de, em dibînin ku hinek zozan biçûk bûne û hinek jî di bin rîska hişkbûna bi temamî de ne. Energiya rojê li gorî sotemeniyên fosîl çavkaniyeke paqijtir a enerjiyê ye û di têkoşîna li dijî krîza avhewayê de xwedî cihekî girîng e. Lê belê, divê her veberhênana ku wekî dostê hawirdorê tê pênasekirin, li cihê rast û bi rêbazên rast were sepandin.”
Bandora li ser Çandinî û Sewalkariyê
Akil bal kişand ser wê yekê ku di salên dawî de hinek projeyên GES’an li ser zeviyên çandiniyê yên berdar, zozan û qadên jiyanê yên xwezayî hatine plansazkirin û diyar kir ku ev rewş dikare hilberîna enerjiyê û hilberîna xwarinê bîne pêşberî hev. Akil destnîşan kir ku parastina xaka çandiniyê bi taybetî li herêmên ku zexta hişkesiyê lê zêde dibe xwedî girîngiyeke jiyanî ye û weha got:
“Em dibînin ku di salên dawî de hinek projeyên GES’an li ser zeviyên çandiniyê yên berdar, mêrg û jîngehên xwezayî têne plansazkirin. Ev rewş dikare hilberîna enerjiyê û hilberîna xwarinê bîne hemberî hev. Bi taybetî li herêmên ku zexta hişkesiyê lê zêde dibe, parastina xaka çandiniyê girîngiyeke jiyanî hildigire. Her weha mêrg ne tenê ji bo sewalkariyê, ji ber ku qada jiyanê ya gelek cureyên giya û heywanan e jî girîng in. Ji ber vê yekê, di veberhênanên enerjiyê de hilbijartina erdê xwedî girîngiyeke mezin e. Berî ku pergalên banî, herêmên pîşesaziyê û qadên ku berê hatine texribkirin werin nirxandin, vekirina qadên xwezayî ji bo projeyên enerjiyê dikare di demek dirêj de pirsgirêkên nû yên hawirdorê biafirîne. Pirsgirêkên ekolojîk pir caran bi pirsgirêkên civakî û aborî re bi hev re dimeşin. Kêmbûn an jî xistina bin kontrolê ya çavkaniyên avê li herêmekê, rasterast bandorê li jiyana mirovên ku li wê herêmê dijîn dike. Cotkarên ku bi çandiniyê re mijûl dibin, gundiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin û civakên gundewarî, beşên pêşîn in ku ji van guhertinan bandor dibin.”
Bandora li ser Çavkaniyên Avê
Akil diyar kir ku zehmetbûna gihîştina çavkaniyên avê lêçûnên hilberînê zêde dike û dibe sedema windakirina berhemdariya çandiniyê; her weha tengbûna qadên mêrgan li hinek herêman bandorek neyînî li ser çalakiyên sewalkariyê dike. Akil got:
“Zehmetbûna gihîştina avê lêçûnên hilberînê zêde dike, di heman demê de dikare bibe sedema windakirina berhemê jî. Li hinek herêman kêmkirina qadên mêrgan bandoreke neyînî li sewalkariyê dike. Di encama vê yekê de, koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve dikare lez bike û avahiya aborî ya herêmî qels bibe. Texribkirina xwezayê ne tenê babeteke hawirdorê ye. Di heman demê de babeta mafê jiyanê, mafê debarê û gihîştina dadperwerane ya çavkaniyên xwezayî ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna ekolojîk û têkoşîna dadweriya civakî nikarin ji hev cuda werin hesibandin.”
Pêwîst e Proje ligel Lêçûnên Ekolojîk Werin Nirxandin
Akil bal kişand ser wê yekê ku divê nirxandinên hawirdorê yên li ser asta hewzeyê bibin neçarî û diyar kir ku divê proje ne tenê li ser qezancên xwe yên aborî, lê divê ligel lêçûnên xwe yên ekolojîk werin girtin dest. Akil anî ziman ku girîng e her projeyek ne bi serê xwe, lê bi bandora xwe ya giştî ya li ser hewzeyê were nirxandin û got:
“Gihîştina hevsengiyê di navbera hewcedariya enerjiyê û parastina ekolojîk de gengaz e. Lêbelê, ji bo vê yekê, li şûna armancên aborî yên demkurt, pêdivî bi têgihîştineke plansaziyê heye ku li ser bingeha domdariya ekolojîk a demdirêj be. Di serî de, divê nirxandinên hawirdorê yên li ser asta hewzeyê werin kirin û proje ne tenê bi qezancên xwe yên aborî, lê bi lêçûnên xwe yên ekolojîk re werin destgirtin. Divê her projeyek ji hev cuda neyê nirxandin, lê bi bandora xwe ya giştî ya li ser hewzeyê were nirxandin.”
Qadên Ekolojîk Ji Veberhênanên Enerjiyê Re Werin Girtin
Akil anî ziman ku Dîcle û Firat ne tenê ji du çeman pêk tên, ev hewze di heman demê de hafizeya Mezopotamyayê ne. Akil diyar kir ku parastina hewzeyan ne tenê pirsgirêkeke hawirdorê ye, di heman demê de tê wateya parastina mîrateya çandî, cihêrengiya biyolojîk û mafê jiyanê yê nifşên paşerojê û axaftina xwe weha qedand:
“Qadên parastina xwezayî, zozan, daristan û herêmên xwedî cihêrengiya biyolojîk a bilind divê ji veberhênanên enerjiyê re werin girtin. Divê veberhênan li ser kargêriya enerjiyê were kirin û polîtîkayên ku xerckirinê kêm dikin werin pêşxistin. Her weha di asta herêmî de, divê modelên enerjiyê yên ku bi xwezayê re lihevhatî û beşdar ne werin piştgirîkirin. Dîcle û Firat ne tenê du çem in; ew hafizeya Mezopotamyayê ne. Parastina van hewzeyan ne tenê babeteke jîngehê ye, di heman demê de parastina mîrateya çandî, cihêrengiya biyolojîk û mafê jiyanê yê nifşên paşerojê ye.”
Çavkanî: MA









