Asîmîlasyona Navlêkirinê ya bi Zanebûn yan jî bê Zanebûn: ‘Fritillaria persica’ yan ‘Fritillaria kurdica’?

NûçeXweza

🔴Di Lêkolînên Botanîkê de Asîmîlasyona Navlêkirinê ya bi Zanebûn yan jî bê Zanebûn: ‘Fritillaria persica’ yan ‘Fritillaria kurdica’?

NAVÊNDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Dema ku di sîstematîka riwekan de navlêkirin tê kirin, nakokiya navbera navê riwekê û herêma ku lê şîn dibe yan jî cihê ku nimûneya yekem jê hatî girtin, her dem bûye mijara nîqaşê. Yek ji mînakên herî balkêş ên vê rewşê riweka ‘Fritillaria persica’ (navê ku bi referansa Fars-Persan hatî dayîn) ye.

Dr. Aryen Semsûrî, di hevpeyvîna xwe ya ji bo Nûpelê de balê dikişîne ser vê xalê û destnîşan dike ku her çend navê wê yê zanistî ‘persica’ (Farsî/Îranî) be jî, pîvazên tîp ên orjînal ên vê riwekê ji Çiyayên Zagrosê û ji coxrafyaya Kurdistanê hatine komkirin. Ev nimûne birine Ewropayê û di baxçeyên botanîkê yên Cenevreyê de hatine çandin; navlêkirin jî li ser van nimûneyên ku li wir hatine kedîkirin hatiye kirin.

Ji Carl Linnaeus heta Îro: Meseleya Nasnameyekê

Ev riweka ku di sala 1753yan de ji aliyê Carl Linnaeus ê wekî “bavê sîstematîkê” tê qebûlkirin ve di pirtûka Species Plantarum de hatî pênasekirin, bi navê “Pers” (Îran) ketiye wêjeya zanistî. Lêbelê, lêkolînên ku Dr. Aryen Semsûrî ji bo Nûpelê nirxandine nîşan didin ku ev kulîlk di hundirê Îranê de şîn nabe; warê wê yê resen zincîreçiyayên Zagrosê ne ku gelê Kurd lê dijî. Riweka ku di serdema Seferên Xaçperestan de pîvazên wê birine Ewropayê, di baxçeyên Cenevre û herêmên din de hatiye çandin, bi demê re ketiye nav tîcaretê û nirxekî tîcarî bi dest xistiye.

Belavbûna Coxrafî: Li Bakurê Kurdistanê ji Semsûrê dest pê dike û hema hema li hemû parêzgehan belav bûye. Li cîhanê jî ji xeynî herêmên Kurdan ên li Îran, Iraq û Sûriyeyê, li Urdun û Îsraîlê jî tê dîtin.

Ev riweka ku bejna wê di navbera 30 û 80 santîmetreyan de diguhere û xwedî rengên efsûnî ye, li herêmên cuda bi van navan tê naskirin:

• Başûrê Kurdistanê: Gulmeşkok

• Sîwêreg/Qerejdax: Giyagenî

• Colemêrg: Ev riweka ku cureyekî Lalesora (Ters Lale) ye, kulîlkên wê ber bi jêr ve dinêrin û bi dehan kulîlk li ser darekê wekî pîramîdekê rêz dibin. Di nav gel de wekî “Guldexwîn” (kulîlka ku ber bi jêr ve dinêre) tê naskirin.

• Li seranserê Tirkiyeyê: Bi navê “Adıyaman Lalesi” (Laleya Semsûrê) tê firotin. (Ev nav berî 30 salan ji aliyê hilberînerekî Semsûrî ve hatiye dayîn û wisa maye, ji ber ku navekî wê yê bi Tirkî tune bû).

Dr. Aryen Semsûrî diyar dike ku her çend ev riwek li herêmên Persan şîn nabe jî, dayîna navê “persica” wekî “asîmîlasyoneke ku di encama navlêkirina bêhiş a zanyarên Ewropî de pêk hatiye” dinirxîne. Ev rewş wekî encama polîtîkayên Dewleta Pers a wê demê tê şîrovekirin. Tê gotin ku di salên 1500î de Dewleta Pers ji bo gerok û zanyarên ku dihatin welat, rehberên taybet peywirdar dikirin. Tê îfadekirin ku van rehberan bi armanca propagandaya neteweya serdest, agahiyên xelet didan zanyaran û bi vî rengî di dîrok û zanistê de nasnameyeke serdest ava kirine.

Ji bo pisporan: Li gorî qaîdeyên navlêkirina zanistî, ji ber ku cihê nimûneyên tîp ên yekem û herêma ku riwek herî zêde lê heye coxrafyaya Kurdistanê ye û gelê wê derê Kurd in, diviyabû li gorî qaîdeya “navê gelê li herêmê dijî dikare lê bê kirin”, epîteta wê li ser navê Kurdan bi Latînî wekî “kurdica” bihata binavkirin. Dr. Semsûrî destnîşan kiriye ku –her çend di nav sînorên dewleta wê demê de be jî– ji ber komkirina wê ya ji xaka Kurdistanê, divê navê wê ne “Fritillaria persica”, lê “Fritillaria kurdica” ba.

Wêne: Aryen Semsûrî 

Van jî bibîne

 

Îran hişyariya “Şerê Bejayî” da Amerîkayê: ‘Em li benda we ne’
Bayar: Hûn ê ne Jeotermalê, Mezelan vekin; Em Rê Nadin!

Nûçeyên Sereke