🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Di qada futbolê ya Ewropayê de herî bi prestîj, UEFA Lîga Şampiyonan, bi maçên tura 16’an careke din vedigere ser dikê. Futbolhez bi kelecaneke mezin li bendê ne ku di 10 û 11’ê Adarê de dê dêwên parzemîna Ewropayê bên pêşberî hev.
Maçên Yekem di 10-11’ê Adarê de ne
Di vê tura krîtîk de, tîmên herî serkeftî yên Ewropayê ji bo ku derbasî çaryek fînalê bibin, dê di maçên yekem de li serkeftinê bigerin. Li gorî bernameyê, maçên destpêkê yên tura 16’an dê di şevên Sêşem û Çarşemê de bên lîstin.
Galatasaray û Liverpool Tên Pêşberî Hev
Yek ji maçên herî balkêş û ya ku herî zêde tê payîn, têkoşîna di navbera nûnerê Tirkiyeyê Galatasaray û dêwê Îngilîz Liverpoolê ye. Ev pêşbirka dê îro saet di 20:45an de bê lîstin.
Dêwên Ewropayê li Ser Dikê ne
Maçên ku roja Sêşemê, 10ê Adarê tên lîstin wiha ne:
20.45 – Galatasaray – Liverpool
23.00 – Atalanta – Bayern Münih
23.00 – Newcastle United – Barcelona
23.00 – Atlético Madrid – Tottenham Hotspur
Maçên ku roja Çarşemê, 11ê Adarê werin lîstin bi vî awayî ne:
20.45 – Bayer Leverkusen – Arsenal
23.00 – Paris Saint‑Germain – Chelsea
23.00 – Real Madrid – Manchester City
23.00 – Bodø/Glimt – Sporting CP










