🔴Amedspor, ku amadekariya sezona xwe ya yekem di Lîga Super de dike, Besnik Hasi wekî rahênerê nuh hate tayîn kirin.
Amedspor ev demeke her kes li bendê bû ku rahînereke nû bînîe ser kar.
Kluba Amedsporê bi daxuyaniyekê ragihand wan bi rahênerê xwedî tecrûbe Besnik Hasi re peymanek 2 salî îmzekir.
Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren û rahênerê nû Besnik Hasi beşdarî merasîma îmzekirinê ya li Tesîsên Şehmûş Ozer bûn.
Amedspor di dîroka xwe de cara yekem di Lîga Super de pêşbaziyê dike, beriya sezona nû tîm radestî navekî biyanî kir.
Peymana du salan bi Besnik Hasi re hate îmzekirin ku weke rahenere nû yê Amedsporê dest bi peywira xwe kir.
Di merasîma îmzekirinê de ku wekî beşek ji avahiya werzîşê ya klûbê hate lidarxistin, di derbarê armancên sezona nû û pêşeroja tîmê de nirxandin hatin kirin.
Hasi yê 54 salî li Anderlecht dest bi jiyana xwe ya rahêneriyê kir
Besnik Hasi yê 54 salî li Anderlecht dest bi kariyera xwe ya antrenoriyê kir.
Ji bilî nûnerê Belçîkayê, rahênerê xwedî tecrûbe li Warsaw, Olympiakos, Al Raed, Al-Ahli, xebitî, û herî dawî dîsa Anderlecht birêve bir.
Hasî, ku di pêşbirkên Ewropî de xwedî ezmûnek girîng e, di seranserê kariyera xwe de li klûbên herî baş ên welatên cuda xebitî.
Amedspor, ku amadekariya sezona xwe ya yekem di Lîga Super de dike.
Tê payîn ku çalakiyên xwe yên transferê di bin rêveberiya Besnik Hasi de bilez bike.
/cawkani: nucetv.net/










