Li Venezuelayê du erdhejên bi hêz; ziyan mezin in

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Li welatê Venezuelayê du erdhejên mezin li pey hev rû dan, bûne sedema hilweşîna avahiyan û qutbûna binesaziya ragihandinê.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku li Venezuelayê di navbera 39 çirkeyan de du erdhejên mezin çêbûne. Li gorî daxuyaniyên nûkirî, erdheja yekem bi mezinahiya 7,5 pileyan li başûrrojhilatê bajarê Yumareyê û erdheja duyem jî bi mezinahiya 7,2 pileyan li bakurê rojhilatê bajarê San Felipeyê pêk hatine.

Ziyan li gelek parêzgehan hatin hîskirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Venezuelayê Diosdado Cabello da zanîn ku erdhej li parêzgehên Trujillo, Yaracuy, Carabobo, Aragua, Miranda, paytext Karakas û La Guairayê bi awayekî tund hatiye hîskirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li paytext Karakasê hinek avahî hilweşiyane. Her wiha hat ragihandin ku banê Balafirgeha Navneteweyî ya Maiquetiayê herifiye û hemû firînên asmanî hatine betalkirin.

Binesaziya ragihandinê qut bûye

Ji ber bandora erdhejê, li gelek bajaran binesaziya înternetê qut bûye. Ev rewş astengiyan ji bo gihandina agahiyên zelal li ser hejmara qurbanî û birîndaran derdixe. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî navçeyên ku avahî lê hilweşiyane hatine kirin.

Wezîrê Karên Navxwe Cabello bi bîr xist ku metirsiya erdhejên paşekî (ardşok) berdewam e û ji welatiyan xwest ku ji bo ewlehiya xwe nekevin malên xwe û li derve bimînin.

Heta niha derbarê hejmara mirî û birîndaran de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê karên lêgerîn û rizgarkirinê bi lezgînî didomin.

Van jî bibîne

 

Kûpê Cîhanê: Di Lîstikên Dawî de Encamên Balkêş
Meclîsa Ziman ya Şaredariya Peyasê Kongreya xwe lidar xist

Nûçeyên Sereke