Karayilan: Pêvajo di pratîkê de ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye rawestandin

Nûçe

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan ragihand, ji ber nebûna hevdîtinan li Îmraliyê û neavêtina gavên yasayî, pêvajoya aştiyê niha hatiye “rawestandin”. Karayilan daxwaza hikûmetê ya “pêşî çekdanîn, paşê qanûn” wekî “ferza xweradestkirinê” pênase kir.

Murat Karayilan di hevpeyvînekê bi ANFê re pêşhatên dawî yên “pêvajoya çareseriyê” nirxandin. Karayilan bal kişand ser wê yekê ku meha Nîsanê ku wekî meha “yasayên çareseriyê” dihat hejmartin, bi dawî bû, lê ti hevdîtin li Îmraliyê pêk nehatin.

Karayilan diyar kir, ev mehek e “Şandeya Îmraliyê” ya DEM Partiyê ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk neaniye û ev yek wekî “nîşaneya metirsiyê” bi nav kir. Herwiha got: “Niha pêvajo hatiye rawestandin. Tiştê ku em dibînin û ji me re xuya dike ev e. Tevî ku rayedaran meha Nîsanê nîşan dabûn, di vê meha krîtîk de ti pêwendî ligel Îmraliyê nehat danîn.”

Murat Karayilan bersiva rexneyên hikûmetê yên derbarê “neavêtina gavan” de da û wiha axivî: “Biryara dawîanîna bi têkoşîna çekdarî ya 42 salan û biryara xwehilweşandinê ne tiştekî asayî ye; ev gava herî stratejîk e. Li hemberî van gavên mezin, îdiaya ku dibêje ‘gav nehatine avêtin’ rastiyê nîşan nade. Me berpirsyariyên xwe bi temamî bicih anîne.”

Karayilan helwesta hikûmetê ya ku dibêje “pêşî çekan deynin, paşê em ê yasayan derxin” wekî “pêşniyara xweradestkirinê” nirxand û got, ev yek di pratîkê de nabe.

Karayilan bal kişand ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: “Di vê serdemê de ku navçe di nav tevliheviyê de ye û trafîka mûşek û dronan heye, bêyî ku garantiyeke yasayî hebe em dest ji sîstema xwe ya parastinê û çekan berdin, ev yek li dûrî aqil e.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Karayilan destnîşan kir, eger hikûmet di çareseriyê de cidî be, divê tavilê rêya hevdîtinan veke û gavên hiqûqî yên pêwîst li parlamentoyê biavêje.

/k24/

Van jî bibîne

 

Mardin û Muşspor ji bo Lîga Yekem têdikoşin
Çi bi rojnameger Cotyar Resûl hatiye?

Nûçeyên Sereke