NÛPEL – Hunermendê Kurd Diyar Dersîm, li ser aloziya ku di konsera wî ya li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê de ji ber Alaya Kurdistanê derketibû, daxuyaniyek da û bûyer weke “provokasyon” bi nav kir.
Hunermend Diyar di bernameyeke Stêrk TV’yê de hûrgiliyên bûyerê parve kirin û destnîşan kir ku aloziya seretayî di navbera xwediyê salonê û hinek xortan de derketiye.
“Xwediyê salonê midaxele kir”
Diyar da zanîn ku xwediyê salonê jineke Alman e û beriya konserê ji wan re gotiye ku ew naxwaze sembolên siyasî di salonê de hebin. Hunermend diyar kir ku ji ber Alaya Kurdistanê di navbera xwediyê salonê û hinek xortan de alozî çêbûye û wiha got:
“Zilamekî 50-60 salî nêzîkî 10 kesan organîze kirin û xwestin provokasyonekê bikin.”
“Ti pirsgirêka min bi al û sembolên Kurdî re nîne”
Hunermend Diyar rûmetdayîna xwe ya ji bo hemû al û sembolên Kurdistanê anî ziman û bi bîr xist ku di konserên wî yên li bajarên weke Duisburg û Konstanzê de alên her çar parçeyên Kurdistanê û alayên KCK’ê hatine hildan. Diyar got:
“Hûn dikarin vîdeoyên konserên min ên li ser înternetê temaşe bikin. Ez wekî hunermend, wekî Diyar Dersîm ti pirsgirêka min bi alên Kurdî, kesayetên Kurdî û sembolên Kurdî re nînin. Ew kesên ku alayan tînin û dikin amûreke provokasyonê, hurmeta wan li hemberî alayan nînin.”
“40 sal in ez xizmeta çand û hunera Kurdî dikim”
Diyar Dersîm bal kişand ser keda xwe ya 40 salan a di nav hunera Kurdî de û destnîşan kir ku hemû stranên wî ji bo Kurd û Kurdistanê ne, bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navbera parçeyên welat. Diyar daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
“Ez ti cudahiyê di navbera Dersîm, Mehabad, Efrîn, Dihok, Amed û Hewlêr de nakim. Ji bo min Sey Rîza, Şêx Seîd, Mela Mistefa û Qazî Mihemed hemû nirxên Kurdistanê ne. Her wiha wekî Diyar Dersîm, gerîlayên YPJ’ê, gerîlayên azadiyê û pêşmergeyên welatparêz, cihê wan di dil û mêjiyê min de heye. Hedê kesê nîne li ser min yan li ser kesekî din Kurdperweriyê hîn bike.”










