Eraqçî ji Pakistanê derbasî Rûsyayê bû: “Armanca me parastina berjewendiyên Îranê ye”

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, di çarçoveya tûra xwe ya dîplomatîk de piştî serdana Pakistanê gihîşt bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê. Eraqçî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di vê qonaxa hesas de, parastina mafên gelê Îranê û berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re ye.

Hevrêziya Tehran û Moskowê

Eraqçî li St. Petersburgê ji medyaya dewletê ya Îranê re axivî û girîngiya peywendiyên bi Rûsyayê re anî ziman. Wezîrê Îranî diyar kir ku ew ê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov re bicive. Eraqçî got:

“Ji bo bipêşxistina peywendiyên dualî û şêwirîna li ser mijarên herêmî û navneteweyî, hevrêziya bi Moskowê re xwedî cihekî taybet û girîng e.”

Muzakereyên Îslamabadê û Peywendiya bi Amerîkayê re

Eraqçî serdana xwe ya Pakistanê wekî “gelekî berhemdar” pênase kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinên li Îslamabadê de, mijara danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de jî hatiye gotûbêjkirin. Eraqçî bal kişand ser berxwedana 40 rojan a welatê xwe û diyar kir ku niha dema bidestxistina mafên gelê Îranê ye.

Ewlehiya Tengava Hurmizê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha behsa serdana xwe ya Umanê kir û giringiya Tengava Hurmizê bi bîr xist. Ji ber ku her du welat xwedî peravên vê tengava stratejîk in, Eraqçî weha got:

“Ewlehiya derbasbûna ji Tengava Hurmizê mijareke cîhanî ye. Ji ber vê yekê, hevrêziya di navbera Tehran û Masqatê de ji bo îstîqrara herêmê pêwîstiyek e.”

Hezên cihadist ji Serêkaniyê venakişîn û gefê li xwediyê mal û milkan dixwin
ENKSê û Mezlûm Ebdî ji bo “Yekrêziya Kurdî” civiyan

Nûçeyên Sereke