Ji ber bilindbûna rêjeya avê ya çemê Firatê, metirsiya binavbûna hin gundên li ber çem ên li rojavayê bajarê Kobanê heye.
Çemê Firatê yek ji çemên herî girîng û dîrokî yên Rojhilata Navîn e. Ji bo herêmê çavkaniyek avê, enerjiyê û jiyanê ye. Çemê Firatê ku yek ji çemên herî navdar ên Kurdistanê ye, ji Bakurê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diherike. Ji Bakur ku di navbera gelî û navrastên Elezîz û Meletiyê de ber jêr dadikeve û di navbera sînorên Amed, Semsûr û Rihayê de li aliyê milê rastê ve berê xwe diguherîne û dikeve deşta Dîlokê.
Firat di navbera deşta Tilbişar û berriya Herranê de dikeve Rojavayê Kurdistanê. Dirêjahiya wî çemî digihêje 2 hezar û 800 kîlometreyan ku dirêjahiya wî tenê di nava axa Kurdistanê de jî digihêje 1 hezar û 100 kîlometreyan. Piştî wê ber bi axa Ereban ve diçe û diherike deryayê.
Li Sûriyeyê jî ji bo avdanê û elektrîkê du bendavên mezin li ser vî çemî hatine çêkirin. Ya yekem bendava Tişrînê ye ku yek ji bendavên herî mezin ên Sûriyeyê ye. Ya din jî bendava Tebqa, ango Bendava Firatê ye. Bendava Tişrînê ku li başûrê bajarê Kobanê dikeve, bilindahiya wê 40 metre ye, ji 6 turbînan pêk tê û hêza wê ya hilberînê 630 MW e. Bendava Tebqa ango ya Firatê jî li jêrî bendava Tişrînê ye, bilindahiya wê 60 metre ye, ji 8 turbînan pêk tê û hêza wê 800 MW e.
Çemê Firatê ji bo bajarê Kobanê bi qasî ku dil ji bo laş girîng e, wisa girîng e; ew çavkaniya sereke ya ava vexwarinê, enerjiya elektrîkê û bingeha aboriya çandiniyê ye. Di heman demê de ev çem xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Lê îsal ji ber barîna baranê ya zêde û berdana rêjeya zêde ya avê piştî ku dewleta Tirk bi salan bû çemê Firatê li ser Rojavayê Kurdistanê qut kiribû, rêjeya avê zêde bûye. Di encama wê de metirsiyeke gelekî mezin li ser gundên li rojhilatê çem heye.
Gundê Borazê yê rojavayê bajarê Kobanê tam li ber çemê Firatê ye. Di sala 1999’an de gundê Borazê yê kevin ji ber bilindbûna rêjeya avê binav bûye; bi tevahî ketiye bin avê û tiştek ji gund xuya nake.
Pîremêrê ji gundê Borazê yê bi navê Mihemed Henîfî Ehmed, ku berê mala wan jî di nava gundê Borazê yê kevin de bû, dibêje ku mala wan ji ber bilindbûna nişka ve ya ava Firatê di sala 1999’an de bi tevahî ketiye bin avê. Lê niha ew hişyariyê dide ku li ser hin gundên din metirsî hene ku ew gund jî wekî Borazê kevin bikevin bin avê.
Mihemed Henîfî Ehmed got ku di sala 1999’an de gundê wan hinekî li nizmtiyê bû û nêzî 500 malbatî lê hebûn, lê ji ber hatina avê gund bi temamî kete bin avê û got: “Em xwediyê gundekî mezin bûn, ew gund nêzî 500 malbatî bû, lê ji ber hatina avê gundê me kete bin çemê Firatê. Her malbatek ber bi cihekî ve çû da ku debara jiyana xwe bike, em jî di nava gund de man û li vir, li bilindahiyekê me mala xwe ji nû ve ava kir.”
Mihemed Henîfî anî ziman ku çandinî û malên wan ketin bin avê û got: “Di dema ku av kete gundê Borazê, hemû çandinî û malên me ketin bin erdê. Niha bilindbûna avê nêzî 25 metreyan e, her ku diçe av zêde dibe. Di salên dawî de av bi tevahî li ser vir qut bibû. 4-5 salan av bi awayekî gelekî kêm dihat. Niha av careke din bilind bûye. Ji ber ku av demeke dirêj qut bibû, me bi erebeyên xwe dikarîbûn biçûna Borazê kevin û careke din malên me yên kevin derketibûn holê. Lê niha av bi rengekî gelekî bilind hatiye; ev rewş bandora xwe li ser gundên nizim ên li ber çem dike. Li Boraza me ya nû dê bandora wê pir nebe.”
Mihemed Henîfî bal kişand ser ew gundên ku metirsî li ser wan heye û wiha got: “Gundê Zerkotek, Qumlix û dûre gundê Qasimê; piştî wê dê derbasî heta Êlecaxê jî bibe. Rêjeya avê ger bigihêje 26 metreyan, dê dora girê Êlecaxê jî bigire û gir bikeve nava avê.”
Mihemed di dawiyê de bi taybetî hişyarî da melevanan ku divê di vê demê de ji çem dûr bikevin: “Ji ber ku ev 10 roj in rêjeya avê pir bilind bûye û ev yek jiyana wan dixe xeteriyê. Her wiha bang li malbatên ku zarokên wan hene kir ku divê ji avê dûr bikevin.
Niha li wan gundan metirsiyek mezin heye, ji ber ku rêje di van rojên dawî de gelekî bilind bûye.”
/Çawkani: ANF/










