Rubio ji Tehranê re: Yan peymaneke baş yan bijardeyên din

CîhanNûçe

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, welatê wan di mijara Îranê de li pêşberî du rêyan e; yan gihiştina peymaneke “baş”, yan jî bikaranîna rêbazên cuda.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro Duşemê 25ê Gulana 2026an, li paytexta Hindistanê, New Delhî, daxuyaniyek da rojnamevanan û rewşa pewendiyên bi Îranê re nirxand.

Rubio destnîşan kir, Washington beriya ku li ser bijardeyên din bifikire, dixwaze hemû şansên xwe ji bo serkeftina dîplomasiyê bikar bîne. Rubio wiha got: “Pêşniyareke pir bi hêz li ser maseya Serokê Amerîkayê ye. Ev pêşniyar vekirina Tengava Hurmizê û destpêkirina danûstandinên rasteqîn û dem-diyarkirî yên derbarê dosyeya atomî de li xwe digire.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi geşbînî behsa egera kêmkirina rageşiya bi Îranê re kir û ragihand: “Egera îmzekirina peymanekê ji bo bidawîkirina aloziyan, her îro heye. Me wisa bawer dikir ku dê şeva borî yan jî îro hinek nûçeyên nû bigihin me.”

Derbarê ewlehiya navçeyê û Îsraîlê de, Marco Rubio helwesta welatê xwe dubare kir û got: “Mafê tam yê Îsraîlê heye ku berevaniyê di ber xwe de bike. Eger Hizbullah mûşekan ber bi Îsraîlê ve bavêje, mafê rewa yê Îsraîlê ye ku bersiveke tund bide.”

Roja Şemiyê 23ê Gulanê, Donald Trump di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera “Axios” aşkere kir ku rewş gihiştiye qonaxeke diyarkirî. Trump wiha got: “Ez bawer dikim dê yek ji van her du tiştan bibe; yan em ê bi tundiyeke wisa lê bidin ku berê tu carî lêdaneke wiha nehatiye dîtin, yan jî em ê peymaneke baş îmze bikin.”

Li gorî agahiyan, Trump ligel Steve Witkoff, Jared Kushner û Cîgirê Serok J.D. Vance dicive da ku wê reşnivîsa nû ya ku di encama danûstandinên Îran û Pakistanê de derketiye hole binirxîne. Her wiha biryar e Trump pêwendiyeke telfonî ya piralî ligel serkirdeyên welatên Kendav, Misir, Urdin û Tirkiyeyê encam bide, da ku guftûgoyê li ser vê rewşê bikin.

Îran: Em di qonaxa dawî ya lîktêgihiştinê de ne

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand, Tehran û Washington di qonaxa dawî ya danûstandinan de ne, ji bo îmzekirina Yadaştnameyeke Hevktêgihiştinê (MOU). Li gorî daxuyaniya aliyê Îranî, xalên sereke yên vê yadaştname ev in:

– Bidawîkirina şer.

– Vekirina Tengava Hurmizê bi awayekî qonax bi qonax.

– Rakirina dorpêçên Amerîkayê û azadkirina pereyên Îranê yên blokekirî.

– Diyarkirina demeke 30 heta 60 rojî bo danûstandinên hûr li ser peymaneke giştgir.

Mercên giran ên Washingtonê

Tevî van agahiyan, Trump tekez kir ku ew ê tenê wê peymanê qebûl bike ya ku mijara pîtandina uranyumê û paşko û dosyeyên atomî yên Îranê bi temamî yekalî bike.

Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku herçend pêşketin hene, lê divê Îran dest ji uranyuma pîtandî berde û Tengava Hurmizê bi temamî û bêyî standina ti bac û xeracekê ji bo trafîka deryayî veke.

 

/Çawkani: K24/

Van jî bibîne

 

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike
Ji ber bilindbûna rêjeya ava Firatê gelek gundên Kobanê di xeteriyê de ne

Nûçeyên Sereke