Ronaldo di Dîroka Kûpê Cîhanê de Rekorek Dîtir Şikand!

NûçeSpor

NÛPEL – Di çarçoveya Kûpê Cîhanê yê FIFA 2026’an de, stêrkê cîhanê Cristiano Ronaldo bi performans û golên xwe dîsa bû rojev. Ronaldo piştî Messi, bi performansa xwe ya li hemberî Ozbekistanê re careke din navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand.

Di Kûpê Cîhanê yê FIFA 2026’an a Koma K’yê de, Portekîz û Ozbekistan hatin hemberî hev. Di maçê de Portekîzê bi serdestiyeke mezin lîst û nîvê yekem bi encama 3-0 bi dawî kir.

Di Dîroka Kûpê Cîhanê de Yekemîn

Di vê maçê de Cristiano Ronaldo di deqeyên 14’an û 39’an de golên xwe tomar kirin. Bi van golan re, Ronaldo bû yekemîn futbolkarê ku di dîroka Kûpê Cîhanê de di şeş turnuveyên cuda de gol avêtiye.

Rekorên ku Ronaldo bi dest xistin:

Lîstikvanê Herî Pîr: Ronaldo bi van her du golên xwe, bû lîstikvanê herî pîr ku di dîroka Kûpê Cîhanê de di maçekê de du gol tomar kiriye.

Di Dîroka Portekîzê de Hem Herî Ciwan Hem Herî Pîr: Ronaldo, di dîroka Kûpê Cîhanê de bû lîstikvanê ku di formaya Portekîzê de hem herî ciwan hem jî herî pîr gol avêtiye.

Destketiya Taybet: Ronaldo bi vê serkeftinê re bû yek ji sê lîstikvanên cîhanê (ligel Michael Laudrup û Lionel Messi) ku ji bo welatê xwe hem di temenê ciwantiyê de hem jî di temenê pîratiyê de gol avêtiye.

Messi jî Dîrok Nivîsandibû

Di maça duh a Arjantîn û Awustralyayê de, Lionel Messi bi her du golên xwe re bûbû golkarê herî mezin ê dîroka Kûpê Cîhanê. Lîstikvanê 38 salî bi gihiştina 18 golan, rekora Miroslav Klose şikandibû.

Van jî bibîne

 

Di Kûpê Cîhanê de Dengê Golê derniket: Îngiltere û Gana 0-0 wekhev man
Bavê Narîn Guranê: Darizandin pir bi lez hat kirin da ku dosye bê girtin

Nûçeyên Sereke